PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Evîna te



Evîna te

Evîna te gulav e
bîn belav kir…
sîwana dil veda,
sawîrê buharê
li nêv xuya kir…!!

Gulav e,
her kes bîn dike…
rewþen e,
þevtarî ronî dike …

Pût û latan
bi rewan û hest dike ..
evîna te jîn e
bê sînor e …

Heger kanî be
wek ferêt e diherike …
li bal bijîþkên evînê
em kedî bûn …
derman çi bû
li hevdîtina me
bihnên me
hev hembêz bikin…

Þev pêde
li ber mûma zayînê
di çavên hev de bikevin derya,
gemî û kelek li ber pêlan
li ser piþta avan
bibin deryavan …
herin dûr
bela kes me nebîne !!

Ma kî dikare
hestên gulgulî
ji þahiya me hilîne?

Hela were….
axxxxxxx…
çiqas tu dûr î !!??
bawer neke
ko bîranînên te
di dilê min de…
demsal in,
bi demê re diçin…!!

Bawer neke
ko hembêza min
ji tihna te sar bibe… !!

Evîna te diruþmê
bi dilê min dax da ..
nîþana jîn e
di birînê de
piþkojeke teze der da….

Ewqas rê û qûm û çiya
li ser kom bûn,
evîna te
di bin keviran de nema.. !!

Lewra li dûriyê
evîna te
çavkaniya jiyê min e …!!


01. 01. 2002

Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Hetev Ne Leylan
Dema weþana helbestê, 22 02. 2007

Ezîz Xemcivîn

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg