PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Rewanê þahiyê




Rewanê þahiyê

Em ê kengî
wan bîranînan vegerînin…?
tihna xwe
ji kaniya çavan sar bikin
û vemirînin…?

Destê xwe li bihriyan
pelû bikin
wê rewrewkê
li ber siya evînê veçirînin…!?

Agirê dilan
li hinarkên rûyan
Sorgul bi þermê re
reng bide û bivejînin…!!

Peyvên Xalxalok
ji ser zimanan,
binefþ û nesrîn…
perwanekê
ji tengiya hilma xwe bifirînin…!!

Destê xwe bi hev din
bi xemla bûk û zave
Þerbik
li ber pê te biþikînim…!!

Bi xwedêkî were
em rewanê þahiya xwe
bi hev re bijenînin…!!


Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Hetev Ne Leylan
Dema weþana helbestê, 22 02. 2007

Ezîz Xemcivîn

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg