PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Dengê te




Dengê te

Dengê te
dîlok û heyrana Xecê
li Sîpanê Xelatê….!!
Berfxurka kohê Metîn,
xuþxuþa bengîn
ji pêlên Zab û Ferat tê…!!

Dengê te
ji ewrên serbest tê
dengê te…
awirên peyivok
li sawîrên azadiyê
ji nerîna bîstanê ciwaniyê tê…

Dengê te
bilûra hêviya Þivanî
ji welatê Bavê Fexrî,
ji welatê Edûlê û Derwêþê Evdî tê…

Dengê te
bilûra kalemêrekî
ro li ber ava ye…!!
tîrêjên biyan
ji hinavê birînê dike der..!!

Dengê te
mûma rojbûna te bû,
sosina buhara xewna te bû
wa tê ..
birûskê ve dide..
dengê þîrê þahiya bêrîvanê..

Dengê te
awazên þehê dar
li porê zerî û xatûnê,
govenda tiliyan
li ser sînga evînê…!!

Li gerdena kehrebanî
beybûn û reyhan
bi þayikbûna cam û mermer e..!!

Dengê te
li laleþa sirûdên perestinê ye
vêxistina Zerdaþtê kal bûn.. !!
dengê te dibe pelên Zend-avista
bawerî û roniya Hirmiz
dengê te…
her dimîne
dengê te…!!



  • Diyarî seydayê nemir : TÎRÊJ*

  • Tîrêj : Seydayê Tîrêj helbestvanekî navdar e. Sala 1923an hatiye dunyê û 23. 03. 2002an çûye ser dilovaniya Xwedê li baþûrê rojavayê Kurdistanê..

    22. 07. 2002


    Rojavayê Kurdistan
    Helbesta Ji Pirtuka Hetev Ne Leylan
    Dema weþana helbestê, 22 02. 2007

    Ezîz Xemcivîn

    Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

    http://www.pdk-xoybun.com

    http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


    http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


    http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg