PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Evîna min




Evîna min

Niha tu dizanî
çi ji te divêm….. !!??
dilekî sipî,
rastî û ronî av û êm…!!

Rû bi roj û þev vêketî,
ne çiya lê bikin sî,
ne ewr bidin ser dêm…!!

Ji dil buhar geþ be,
gotin sîmav û zêrav bidin..

Wa divêm bipeyivin
bi ken û henek
çav û dev û dêm…!!

Bi þademanî hêlînê vekin,
rastî li ku hebe
ew e war û herêm…!!

Her wa ji te divêm
þemala di rewan de vêketî;
tu germa dil bî
dil li te tê keys û fesal
kêlîkeke hinguvîn
li bal te hêja ye deryake sal…!!


11. 04. 2001


Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Hetev Ne Leylan
Dema weþana helbestê, 22 02. 2007

Ezîz Xemcivîn

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg