PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Dereng e…





Dereng e…

Zû were jîna min
avaniya li ser hêviyê avayî me..!!
Were piþkojeke nazik
li serê þaxa jiyê min veke..!!
Were bê giranî
li ser kolînê te hildim…

Evrazê min
hetavê li Sereba can
ji xemla xwe bide …!!
Mistek ji rewanê min tu dayî;
ji kezebê bersivê bistîne…!!

Were li benda te koç û karwanê
xweziyan rawestiyan…!!
Hinek ji aramê, hinek ji bilindiya namê
bûne peyv ji sebr û samanê weþiyan…!!

Were Mesîh û Mûsa hatin,
çiya xûz bûn,
sîngên me ji bo te li hev hatin…!!
Bendewariya Mihdiyê zeman
di evînê de bûye tov;
ser çavê min xatirê þahiyê
gulên kesk û sor
di buhara pêjna te de xemilandin…!!

Were kedera min,
hinetîtka dilê tehtika min..
Li zinarê civînê kewo! Bixwîne!!
çepikên me ji te re
sosin û sorgul vejandin …!!

03. 04. 2001

Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Hetev Ne Leylan
Dema weþana helbestê, 22 02. 2007

Ezîz Xemcivîn

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg