PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Çîrokên çavan



Çîrokên çavan

Çîrokên çavan
pir xweþ in…!!
gava li hev dicivin
û ji hev re dibêjin:
evîn bê me nagihê,
evîn bê me nakelê
û bê birajtin
bihin û dû pê nakevê.. !!

Çîrokên çavan
salixdana bêriyên hergav
hilî* di canan de
têne çandin…!!

Wek buhar û avê
yek nerîn dimeye…!!

War û hêlîn
li ser qeymaxê çîrokan
ava dike …!!

Çîrokên çavan
ta bi ta
tevna miradan dihûnin
bi hev girêdidin …

Çi xewn,
çi bîranîn,
yan peyman û sozbirîn,
rasterê zimanê çavên evîndar
peyvên heyvan
bi dilan dide zanîn…!!

Ev buhar û evîn
civanê çavên gulê û pinpinîkê
dem bi xêr be…
bersiva çavên hîvê
ji çavên rokê
dil bi dil li hevûdu dinerin ..!!

Bi çavin zelal
bînahî li pertûka ramanan diçêre…
deþta çavên evîndar
bi þahiya xwe
rojan li temen nahejimêre



Hilî : Dijî Virnî ye, berî çaxê tê
21. 03. 2001

Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Hetev Ne Leylan
Dema weþana helbestê, 22 02. 2007

Ezîz Xemcivîn

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg