PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Her.. li bende
  • Helbestên Pirtûka Helbestinê Mijokê



    Her.. li bende me!!

    Her li bende me!!
    kêlîkên þevê sawa hev dimalin;
    "dem ji demê fedî nake"..
    her li bende me..!!

    Û tirseke xwînmij
    li sînorekî cudabûnê
    nîv alekê bilind dike…!!

    Bo çi, çima?
    ne lem karin bêjin;
    ne þax bi mebestê digihêjin,
    ez roniyê doz dikim
    her li bende me.. !!

    Kaniyê çavên xwe vekirin,
    li warê min jiyan herikî…
    Bilbilê xewnê
    ji hêlînê firiya
    hêviya min
    li burcê sêzdan ronî veda…!!

    Li wan qatan
    gihiþtim sînorê perdê
    dozek ne diyar,
    çend rok li paþ wê
    berevaniya xwe dikin…!!

    Çavê min
    di aþê tavikê de
    awirên dûr, nerînên durist
    dike ko bihêre…!!

    Dilek erê, dilek na
    destar geriya
    hoy felekê…destar geriya
    erê …erê…
    na…na…!!

    Dest hat
    agir da bin hêtûnê;
    dest hat ax û xwelî veda..
    û ew çiyayên þermezar
    li ber qêrîna min
    heger digirîn,
    heger dikenin
    qebqeba wan dîroka min dida…!!

    Di kat û keysê de
    konê berfê
    ji zimanê min bar kir..!!

    Çîçikên peyvên qerimok
    ji hêlîna rûsar biderçûn,
    sînga çiyayê min bû ronî
    hey çiya
    tu dizanî hîn þîrmij im!!
    Her li bende me !!
    Her li bende me !!


    12. 08. 1999

    Rojavayê Kurdistan
    Helbesta Ji Pirtuka Hetev Ne Leylan
    Dema weþana helbestê, 22 02. 2007

    Ezîz Xemcivîn

    Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

    http://www.pdk-xoybun.com

    http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


    http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


    http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg