DENGVEDANA BÊDENGÝYÊ DENGVEDANA BÊDENGÝYÊdi cihêrengiya min û we dehêsirên çavên me wek hev dirijin dewlemendiya diravên we di qultek ava gewriya xwe de dibînim ez li gerdûnê nependiyekî neferisandî me encamê diviyatiya xwezaya xwe me di hebûna giyanê xwe de dijberê rastiya xwe me li asoya çolistanan pijiqîna ava kaniya bêbinî me li tenhatiya þikeftan dengvedana bêdengiya zinara me azadî henasa jiyana min e li asîmanê hinavên xwe wizîna tofanên har im serpêhatiyên min sîtavka navxweyiya min in min di çirisandina rojê de siya xwe wenda kir ji pêsîra êþan meya serxweþiyê dimijim di qirpandina awirên lal de qalikê tenetiyê diþkênim jehra dîroka rûreþ ji salnameyan dipale dilê siruþtê xwîn vediriþe xêrnexwazî di xweperestiya xwe de dixeniqe ez pîneyên heyama veçiriyayî bi tevnepîrkê dihûnim êdî min rik û nefret di goristana genî de veþart xweþbinî bexþandin û hezkirin li þanên xwîna xwe çandin Stockholm, 17. 12. 2006 Xizan Þîlan xizan_silan@hotmail.com Dema weþana helbestê, 21. 02. 2007 Xizan Þîlanhttp://www.pdk-xoybun.com |