PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Serokê kurd Mistefa Barzanî (1903–1979)


MEHMED DEHSIWAR



STOCKHOLM, 14/3 2003 — Îro sedsaliya çêbûna serokê kurd Mele Mistefa Barzanî ye û portala Kerkûk Kurdistan e nivîsareka dirêj ya nivîskarê kurd Mehmed Dehsiwarî digel hinek wêneyên Mele Mistefa Barzanî yên ko heta niho, wekî ko em dizanin, li ti deran nehatine çap kirin belav dike.

Em dizanin ko ev nivîsar ji nivîsareka normal dirêjtir e lê belê ji bo neslên nû û xwendevanên ko ti pirtûk di heqê jiyana Mele Mistefa Barzanî de nexwendibin dê ev bibe kurtedanasînek û xwendevanên ko bixwazin dikarin wan pirtûkên ko di vê nivîsarê de wekî serkanî hatine bi kar anîn ji xwe re peyda bikin û bixwînin da Mele Mistefa Barzanî hêj baþtir nas bikin.

Wêneyên di vê nivîsarê de me ji nivîskar û lêkolînerê kurd Rohat Alakomî wergirtine û ji niho ve pir spas ji bo Mehmed Dehsiwar û Rohat Alakomî bo vê hevkariya wan.

Kerkûk Kurdistan e

***

Yek bi yek, qor bi qor, ber bi gulistanê ve, ber bi baxê Îrem ve çûn; di dilên wan de bêxofiya dijmin, a xeterên jiyanê û hêviyên salan, di paþilên wan de hêz û tecrubeyên berhemdar, di destên wan de gul û sosinên rengîn, di gel hêviyên mirovantî û jiyaneke têr û tijî, hîmdarên hebûn û jiyana gelê me, mêrxasên aþtî û azadiyê, ji nav me bir bi bir koç kirin. Bi hêz û hêvî bûn, bi sebir û aram bûn; ji bo azadî û rizgariyê di kolanên reþ û tarî de, di rewþên zor û bi xeter de, bêtirs derbas bûn. Di zilûmatên tarî de, ji nivþên nuh re þewq, hêvî û berxwedanê; û her wiha bêxofî û tekoþînê diyarî kirin. Nivþên nuh bi evîn û dilsoziya wan, bi bawerî û tekoþîna wan agirê hêvî û berxwedanê, di riyên zor û pergalên nûjen de dan domandin; ew ji xwe re, ji hebûn û keftelefta gelê xwe re mînakên giranbuha, di riya azadî û rizgariyê de rêberên payebilind hesibandin. Gelê kurd, lehengiya wan piþtî alîjiyanbûna wan jî di berxwedan û serhildanên nuh de da domandin; ew nedan jibîrkirin.

Çaxê mirov çavekî bavêje dîroka tekoþîna rizgariya neteweyê kurd, dê mirov gelek lehengên hêja û bi rûmet bi bîr bîne. Bi taybetî di vê sedsala dawî de, gelê kurd li hember koledarî û zordestiyê, ji bo rizgarî û azadiya xwe, car bi car serî hildaye û ji nav van serhildan û berxwedanan gelek lehengên birûmet derketine. Ev leheng, ji gelê kurd re bûne rêber û baweriya berxwedan, serhildan û rizgariyê; di dîroka tekoþîna gel de bûne numûneyên payebilind. Yek ji van lehengan jî Mistefa Barzaniyê nemir e ko ez dê wî bi çend rûpelan be jî bi bîr bînim.

Sal 1914. Çile bû û rojên serma nêzîkahiyê li sersala nû dikir. Waliyê Osmanî yê Mûsilê Suleyman Nazîf fermana serokê Barzaniyan Þêx Ebdiselam derxistibû. Mîna gelek serokên din ew jî bi xiyaneta kurdekî din hatibû zeftkirin. Þêx Ebdiselam û sê hevalên xwe li ber çavên kurdan hatin bidardakirin. Dewleta serdest dixwest bi vî awayî gelê kurd çavtirsandî bike. Li gora dijmin, tekoþîna kurdan bi vî awayî ji bo demeke kin be jî hatibû tefandin.

Birayê wî, Barzaniyê biçûk ê deh duwanzdeh salî, tevî çend hevalên xwe çûbû meydanê da ko bidardakirina kekê xwe bibîne. Çaxê wî rewþê fêm kiribû û kekê xwe di sêpî de daleqandî dîtibû, çavên wî xumam girtibûn û agir bi dilê wî ketibû.

Wî hê jî baþ fêm nedikir bê kekê wî û hevalên xwe çima dihatin qetilkirin. Ji bo çi malbata wî û kurdên din dixistin bin vê tade û zordariyê? Çima ew jî mîna herkesî di aþtî û azadiyê de ne dijiyan? Wî fêm nedikir. Ta niha jî wî fêm nekiribû bê ji bo çi çaxê ew neh mehî bû tevî diya xwe li Amedê xistibûn zindanên Osmaniyan. Wî fêm ne dikir bê çima ew sê salî cara duyem tevî diya xwe ketibû zîndanên Mûsilê. Gundê wan hatibû þewitandin, mêr hatibûn kuþtin û ew tevî dayika dilovan dîl girtibûn. Ji bo çi?

Dê wî ev rewþ piþtre fêm bikira. Ne zêde dûr, pir di nêz de. Dê rewþa gelê kurd, tade û zordariyên li ser neteweyê kurd wî di demeke nêz de bigihîþtandina û bikirina tekoþer û serokê doza kurdan.

Helbet ne hêsan bû ko mirov lawê welatekî bindest be. Dê wî ev zû fêm bikira. Welatekî di bin destên dijminê barbar û xedar de, di kûrahiya dilê xwe de tekoþerên bêhempa û serokên doza neteweyekî derdixist pêþ. Dê rewþa welêt û bindestiya neteweyê Kurd, tade û zordariyên li ser gelê kurd Barzaniyê biçûk hîn di xortaniyê de li çaraliyê Kurdistanê bidana gerandin. Dê gavekî wî li cem Mehmûd Berzenciyê nemir, gavekî wî jî li kêleka Seîd Birokî bûya. Êdî jiyan ne jiyana wî bû, jiyana wî ya neteweyê kurd bû. Ew hem di xîzmeta serokê serhildana Agirî Îhsan Nûrî Paþa de, hem jî di ya Komara Mehabadê û Qadî Mîhemedê pîroz de bû. Kî dikaribû bibe xwediyê vê bextewariya bêpîvan? Kî dikaribû ewqas dilþad û serfiraz bibe?