PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



KÜRT - KAV : Kongra Asayî a 8. yê KÜRT - KAVê qediya


Ji ber sedemên teknîkî agahdarîya hanê dereng hat weþandin !...



Kongra Asayî a 8. yê KÜRT - KAVê qediya

Stenbol - Kongra Asayî a 8. yê KÜRT - KAVê, roja 4ê Sibata 2007an li avahiya Weqfê çêbû. Di kongreyê de rêvebiriyekî nû hate hilbijartin.

Kongreya Asayî a 8. di saat 1 û nîvê nîvroyê destpêkir. Piþtî vekirina kongreyê deqîqeyek sekina rêzgirtinê bo þehîdên welat hate pêkanîn û dîwana kongrê hate hilbijartin. Di serokatiya dîwanê de Fehmî Demîr, Vahit Aba û Nihat Bayrak cî girtin. Axaftina yekemîn ji alî serokê Weqfê Mehmet Celal Baykara ve hate çêkirin. Baykara di axaftina xwe de bi taybetî li ser rewþa Kurda sekinî û girîngiya demê anî ziman. Her weha di vê dema girîng de çi kar û bar dikeve ser milê KÜRT - KAVê, wî jî þirove kir.

Piþtî axaftina Baykara bi gor rojeva kongreyê raporta kar û barê ji alî Fehîm Iþik ve, raporta malî ji alî Bayram Karaca ve û raporta venêrînê (denetim) jî ji alî Nûrî Erdoxan ve hate xwendin. Piþtî xwendina raportan, endam û damezrênerên Weqfê li ser raportên hatine xwendin û her weha li ser boçûyîna KÜRT - KAVê ray û ramanên xwe anîn ziman.

Di kongreyê de ji endam û damezrêneran Arîf Sevînç, Uzeyîr Avci, Remzî Çakin, Zeynel Abîdîn Kizilyaprak, Alî Încesû, Fehîm Iþik, Bahattîn Ayaz, Abdulhakîm Daþ, Behçet Epozdemîr û Abdullah Kiran axivîn. Piþtî axaftinan, hilbijartina rêvebiriya nû pêk hat.

Hilbijartina ku bi lîsteyekî pêk hatî de, yên ji bo Rêvebiriya Giþtî hatin pejirandin ev in : Mehmet Celal Baykara, Zeynel Abîdin Kizilyaprak, Huseyîn Taysun, Alî Încesu, Bahattîn Ayaz, Bayram Karaca, Fehîm Iþik, Sirri Feroglu, Remzî Çakin, Yaþar Kîlercî û Zekî Kutlan. Yên ji bo Lijneya Venêrîn hatin hilbijartin jî ev in: Kamber Soypak, Hanîfî Amaç û Ayhan Gungor.

Bi gor agahdariyê ku tê dayîn, wê rêvebiriya nû 14ê Sibatê de bicive û nav xwe de Serokê nû yê Weqfê û Meclîsa Icrayê hilbijêre.

Hewceyê gotinê ye ku Serokê Kevin yê Weqfê birêz Yilmaz Çamlibel, Seroka Komela Mafê Mirovan ya Þaxa Stenbolê Hurrîyet Þener, damezrênerê Weqfê Mîne Neþe Sagniç, Weþanxana Komal û Ferîdûn Yazarê berdevkê Foruma Demokrasiyê a Kurd jî bi peyamên xwe ve beþdarî kongreyê bibûn. Her weha hin mêvanen ji der û dorên cuda jî di kongreyê de amadebûn.

Dema weþana nivîsê; 13. 02. 2007


KÜRT - KAV

Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_02.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg