PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Xezala Pakrewan





Xezala Pakrewan

Dil dibêje :
pênûsê deyne ser pel..
Kî dikare,
evîna welat ji baxçê çavan
reh û kokê bibire..?

Kî dikare,
devê Xezala evîndar
Ji çêra buharê li deþta cezîrê bigire..?

Kî dikare,
Berê cihoka xwîna pakrewanan
Ji avdana dara azadiyê biguhere..?

Dilê min,
Pirsên evê pênûsê bi dawî nabin..!
Tenê mikurvaniya xwe
li Qamiþloka birîndar dide..
dema li ser rewanê Xezalê
sîwan bû;
li ber Lîzgeha matmayînê
çavên Xezalê
bi rewanên pakrewanan,
bi kevirên li destên Zarokan,
bi qîrîna Dê û Jinebiyan,
bi ala rengîn,
û bi xwîna qehremanan re dipeyivîn..!!

Ho Xezalê..!
rewanên we doza hev dikirin,
Gule û fîþekên kînok
li hember vîna we tiþtek nedikirin..!!
her dilopek xwîn
li xaka welat mûmek vêxist..
nêrgizên evînê li ser gorên we geþ in..
hêsirên sêwiyan,
barîna berxikên mîjo,
û nalîna dilan ji her hêlê de
bûne tekoþîn…

Xezalê li min bibure,
Bi avjeniya rewanan hûn ji me siviktir bûn
Bi rijandina xwînê
hûn ji me comerdtir bûn…
Lê kîna dijmin
li min û te û me
ew rik û kîn e,
tu Kurd î,
ez Kurd im,
em Kurd in,
ev Kurd in,
ew Kurd in
û hûn Kurd in…

bê þerm û tirs
perwanên welat bi ber roniyê de dibezin
û dibêjin: belê em jî Kurd in..!!

Birîna xaka patrolê divebe,
ew jî dibêje: ez Kurd im..

pembû, genim, nok, nîsk û zeytûn
ji Efrînê ta bi Çavîka Dîwar
dar bi dar û lem bi lem
tev li zemînê ew jî dibêjin: em Kurd in..

Pirsa me nehatiye û nayê darvekirin.
Bi zimanê Kurdî dipeyive..
Doza Xezalê û Þêrên serhildanê jîndar e..
Her parek ji dilê gulebarankirî
bûye pêtiyek
Her çipikek xwîna paqij û zelal
bûye buharek..
Û her rewanekî pîroz
ji azadiyê re bûye darek…


12. 03. 2005

Diyarî Pakrewana Kurd
Ezîza Yezîdî *
Helbesta : Ezîz Xemcivîn

* * *

Ezîza Yezîdî; Jinek Kurd ji hêla Serê Kaniyê ye. Li piþtî bûyerên li herêmên Kurdan, ango li Rojavajên Kurdistan çêbûn. Gelek kesên þofînî bi gef bûne li her kesê ko kurd e, lewra ev jin û çend zarok pê re di roja 28.02.2005an de di turumbêla xwe de bi sedemin ne diyar hatin gulebarankirin. ( KNN )

Rojavayê Kurdistan, 12. 03. 2005
Diyarî Pakrewana Kurd
Ezîza Yezîdî *
Helbesta : Ezîz Xemcivîn


Ezîz Xemcivîn

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg