PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Hezkirina Azadiyê





Hezkirina Azadiyê

Heya jîn li vê jiyanê hebe,
wê hezkirina min ji te re hebe.
Heya ew agirê newrozê
li serê çiyayên Zagros û Sîpan vêxistîbe,
wê agirê dilê min
herdem ji bo hezkirina te vêxistî be..
Ma gelo heye salak bibuhure û ew agirê
newrozê nema pêkeve??
Bawer bike hezkirina min ji te re
ji wî agirî geremtir e..
Ew agir bi azadiya kurdistanê bang dike
û agirê dilê min bi azadiya hezkirina te bang dike..!!
hezkirina azadiyê nayê pesindan
ala me ciwan e
xwîna te jî ew dar avda,
doz û armanc e,
bi merdî te canê pak da..
dema me hat
gula me bi soza þehîdan geþ e..
hêvî û evîn
diparêzin buhara me…!!


07. 05. 2005

Ahînek..; Ji dîwana ahînên bendewariya heyvê
Diyar î : Rewanê xuþka min

Helbesta : Ahîn Zozanî
Dema weþana helbestê, 05. 02. 2007


Ahîn Zozanî

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg