PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Îbrahîm Gûçlû : Doza “Pesinkirina Tewana Serokên Tevgera Kurdistanê ya 1925’an” Dest Pê Dike…



Doza “Pesinkirina Tewana Serokên Tevgera Kurdistanê ya 1925’an” Dest Pê Dike…
  • Ji dîrok û serokên Kurdistanê re xwedî derketin jî, yek ji vatiniyê Komeleya Kurd a Diyarbekirê ( KURD - KOMê ) bû. Ev vatiniya xwe di rêznameya xwe de jî gelek vekirî diyar kiri bû.

  • Tevgera neteweyî a Kurdistanê ya 1925’an jî, ji bo neteweya kurd, ji bo her kurdekî, her dezgeheke kurd jî gelek girîng e. Helbet ji bo KURD - KOMê jî girîng bû.

    KURD - KOMê girêdayî ev armanca xwe, di 28. 06. 2005’an de ji bona ku serok û têkoþerên tevgera neteweyî ya Kurdistanê ya 1925’an yên ku ji aliyê dewleta tirk de hatibûn îdam kirin û kuþtin bîr bîne, biryara Dadgeha Îstîklalê nehuquqî îlan bike, siyaseta dewleta tirk ya kolonyalîst li hemberî neteweya kurd protesto bike civîneke girseyî ( kîtlewî ) li ber Mizgefta Uluyê ( Ulucamiyê ) bi dar xist.

    Lewra beþek serokên tevgera neteweyî ya Kurdistanê ya 1925’an li ber mizgefta Uluyê hatibûn daleqandin.

    Ji bona ev xwepêþandin û civîna çapemenî ya KURD - KOMê, bi sedema ku “pesinkirina tewana serokên tevgera Kurdistanê ya 1925’an” ( Xala 215’an ya Qanuna Cezayê ) doz hatiye vekirin.

    Dozê, li Dadgeha 2’emîn a Sulh a Diyarbekirê, di 13.2.2007’an, saet 09.30’de dest pê bike.

    Ev doza dê bi kurdî û bi riya wergêrê kurd dom bike.

    Di vê dozê de jî, ji KURD - KOMê re xwedî derketin vatiniya her endamekî KURD - KOMê, her kurdekî ye. Lewra dewleta tirk dixwaze ku bi riya dadgehê “tevgera neteweyî ya Kurdistanê ya 1925’an” careke din mehkûm bike.

    Tevgera neteweyî ya Kurdistanê ya 1925’an, doza serxwebûna neteweya kurd dikir. Serokên vê tevgerê, ji bona ku neteweya kurd, azad bibe û dewleta xwe ya serbixwe ava bike û mefên xwe yên neteweyî bi tevayî qezenç bike hewildabûn. Ji bona vê jî hatin dardakirin.

    Bakurê Kurdistan - Amed, 12. 02. 2007
    Îbrahîm GÛÇLÛ
    ibrahimguclu@gmail.com


    Îbrahîm Gûçlû

    Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

    http://www.pdk-xoybun.com

    http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

    http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg

    http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg