PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Wezîrê Eþo : Kurdzanîn zirereke mezin ket ( bi mûnasebeta wefatkirina Þekroyê Mihoyî )




Kurdzanîn zirereke mezin ket ( bi mûnasebeta wefatkirina Þekroyê Mihoyî )

  • Gelê Kurd lawekî xwe yê pir hêja, kurdzanînê – Kurdzanekî herî bi nav û deng, dîrokzaniya Kurdî- dîrokzanê xwe yê mezin unda kirin: heftê û heft saliya xwe da li paytextê Rûsiyayê - Moskovayê 1ê Sibata sala 2007 a ji niþkêve wefat kir pirofesor - doktor, endamê Akadêmiya Ermenîstanê ya zanyarê yê tam û temam Þekroyê Mihoyî.

  • Bi wefatkirina Þekroyê Mihoyî kurdzanîn bi giþtî û dîrokzaniya kurdî bi taybetî zirereke mezin ketin, ber ku bilî bi cîanîna pir berhem - lêkolînên xwe yên ser dîroka Kurdistanê ewî weke organîzatorê kar û barê zaniyarî yê êgin û jêhatî amadekirin û weþandina gelek lêkolînên kurdzanên dinê jî da bi cîanînê.

  • Þekroyê Xudo Mihoyî sala 1930î li gundekî kurdan yê nawça Ermenîstanê ya Axbaranê yê Elegazê, ku berê jê ra digotin Camûþvana Mezin, malbateke kurdên êzdî da hat cîhanê.

    Piþtî temamkirina dibistana gundê xwe ya navîn ew sala 1948an Înstîtûta paytextê Ermenîstanê - Yêrîvanê ya pêdagojiyê, fakûltêta wê ya dîrok - edebiyatê da hate qebûlkirinê û gava ew di sala 1952 da temam kir-vegeriya gundê xwe û dibistana wê da çend sala bû mamostayê dîrokê. Lê gava sala 1955a li Yêrîvanê ji nû ra rojnama kurdî ya Riya Teze hate weþandinê - Þekroyê Mihoyî vexwendin, ku rêdaksiyona wê da wek serokê beþeke wê kar bike. Piþtî zemanekî kin ev posta katibê rojnamê yê berpirsiyar da kifþ kirin, ku weke cîgirê berpirsiyarê rojnamê dihat hesibandinê. Eva posteke bilind bû gava em wê yekê bigrin ber hesêb, ku Riya Teze dihat dîtinê wek rojnameke komara Ermenîstanê ya ofîsiyêt, wek organa Komîta Navendî ya Partiya Ermensîtanê ya komûnîstiyê.

    Lê Þekro merem - mexsedek dinê dabû ber xwe : bi lêkolîna dîroka gelê xwe û welatê xwe - Kurdîstanê va mijûl bibe. Evê mexsedê ew bir beþa kurdzaniyê ya Înstîtûta Rojhilatzaniyê ya Akadêmiya Ermensîtanê ya zaniyariyê, ku sala 1959 da hatibû çêkirirnê. Hema li vira jî ewî têza xwe ya bendemanê zanînên dîrokî li ser Tevgera Kurdî ya Azazdîxwaz li Kurdistana Baþûr bi cî anî.

    Çend sal jî buhurîn û destpêka salên 70î ewî eynî têma, eynî babet bi berfirehtir û kûrtir aliyê zeman û zaniyarê da kir têza doktorê zanînên dîrokî û ew bi serkeftin di civîneke zaniyariyê ya bilind û giran da parast. Çend sal jî buhurîn û ji ber zanînên wî yê zanyariyê yên kûr û nemzae li ber hesêb girtina kemal, talanta wî ya organîzatoriyê zaniyariyê ew kifþ kirin wek serokê beþa kurdzaniyê. Zemanê seroktîkirina wî da pir lêkolînên hêja di wê beþê da ser ziman, edebyet, dîrok û êtnogirafiya kurdî hatin bi cîanînê.

    Salên 60î Zanîngeha Yêrîvanê da beþa kurdzaniyê hate vekirinê. Þekroyê Mihoyî di wê da fêrên dîroka Kurdistanê bona xwendekaran bi cî danî. Ji ber vî karê mamostatiyê navê pirofêsoriyê yê bilind dane ser wî.

    Destpêka salên 90î Þekroyê Mihoyî hate hilbijartinê weke endamê Akadêmiya Ermensîtanê ya zaniyariyê yê tam û temam û bû akadêmîkosê Kurd yê yekemîn di nava govek, çarçova ne ku bi tenê Ermensîtanê, lê ya temamiya Yekîtiya Sovyêtiyê ya Berê da di warê kurdzaniyê da.

    Piþtî hilweþana Yekîtiya Sovyêtiyê weke dewleteke yekgirtî di sala 1991ê da, gava bi giranî bi sebebê sosoiyal - aborî zorî û zehmetî ber bi cîanîna lêkolînên kurdzaniyê û nemaze weþandina wan çê bûn Þekroyê Mihoyî destpêka salên 90î çû li paytexta Rûsiyayê - Moskovayê bi cî bû.Wî zemanî rewþa kurdzaniyê li Rûsiyayê jî, bi taybetî di nava du navendên wî yên li Moskovayê û Pêtrsbûrgê da jî xirab bi bû. Kurdzanên wir weke pêwîste dîsa bi sebebê sosiyal - aborî û kêmasiya fînansan nikaribûn lêkolînên xwe weke berê bi rêk û pêk bi cî bînin û nemzae wana bidin weþandinê. Di vî warî da þuret û hunerê Þekroyê Mihoyî yê organîzatoriyê bi kêr hatin. Ewî li wira Navenda Lêkolînên Kurdî vekir û di wê da, li dora xwe kurdzanên Rûsiyayê yên bi nav û deng civandin ji bona bi cîanîna lêkolînên kurdzaniyê û weþandina wan. Bi alîkariya sponsoran ewî bêtirî 15 pirtûkên kurdzaniyê li Moskovayê dan weþandinê yên ser ziman û zaravên Kurdî, ser dîroka Kurdistanê. Bi lêkolîn-pertûkên Kerîm Eyûbî, Î.Smîrnovayê û Zera Ûsiv yên zimanzaniyê, lîngvîstîkiyê hate îzbatkirinê, ku zazakî û goranî ne ku zimanê cudane, weke hinek xêrnexwaz, dijminên yekîtiya gelê Kurd, falsîtîkatorên zimanê kurdî hewil didan bidin qebûlkirinê, lê þêwe, zaravê zimanê kurdîne.

    Destanîneke vê Navendê ya here mezin bû bicîanîna nivîsandin û sala 1999a weþandina “Dîroka Kurdistanê” li Moskovayê bi zimanê rûsî. Þekroyê Mihoyî bû berpisiyarekî weþandina wê pertûka zaniyarî ya giranbuha, ku tê da dîroka welat û gelê me li ber çavan hatiye raxsitinê ji zemanê herb û dagîrkeriyên ereba destpêkirî hetanî rojên me. Beþê vê lêkolînê yên cuda - cuda bi cî anîne Þekroyê Mihoyî, M.Lazariyêv, M.Hasratiyan, J.Vasîliyêvayê, Jîgalînê û Bagîrov.

    Þekroyê Mihoyî mîrateke zaniyariyê ya zengîn dû xwe hiþt : Çend monogîrafiya, lêkolînên berfireh, bi deha gotarên zaniyarî. Lê ya here mûhîm ewe, ku ew xebatên wî ser asta zaniyariyê ya akadîmîsiyêniyê ya bilind hatine bi cîanînê û hêjayî nirxa mezinin.

    Li vê tangê me dixwest bal bikþanda ser wê yeke, ku weke dîrokzan goveka balkêþî, hewaskariyên Þekroyê Mihoyî ji tixûbê dîroka Kurdsitana Baþûr, Tevgera Azadîxweziya Kurd li wira bi serokatiya Mistefa Barzaniyê Nemir derketiye. Ewî çend lêkolîn - gotarên zaniyarî yên giranbuha pêþkêþî dîroka Kurdistanê bi temamî, pirsgirêkên wê dîrokê yên aloz û ne zelal kirine.

    Sed heyf, ku mirina bêwa mecal neda, ku Þekroyê Mihoyî hemû merem û mexsedên xwe di warê bi cîanîna çend lêoklînên dîrokzaniyê da bi cî bîne. Yek ji wana bi cîanîna lêkoklînekê bû ser Barzaniyê Nemir weke serkirda û serleþkerê mezin. Haya min baþ jê nîne, kanê gelo ewî ew lêkolîn hetanî çi warî, çi qonaxê bi cî aniye. Lê eger ew nîvecî, nivîþkan maye, usane, me tiþtekî pir giranbuha û pîroz unda kir.

    Þekroyê Mihoyî welatparêz, kurdparêzekî bi þewat bû. Eva yeka zelaltir hate dîharkirinê, xuyakirinê nemaze nava kar û barê wî yê civakî da.

    Piþtî hilweþandina Yekîtiya Sovêtiyê dutîretî ket nava êl û olka kurdên Ermenîstanê, ku ji aliyê çend nijadperestên ermenî yên weke Yêxiya Naçariyan û Çarnîk Asatiriyan da dihate tûjkirinê û gurkirinê. Piþtî ku kurdên musulman Ermenîstan terk dan - çûn Rûsiyayê û li vira bi tenê kurdên êzdî man çend kurdên êzdî yên menfeetçî, kariyêrtîst hatin meydanê û gotin, ku êzdî ne kurdin, nijad, miletekî cudane, ku em gotî vir hada li Ermensîtanê bêjin û binivisin ''Gelê êzdî'', ''zimanê êzdîkî''. Evê yekê rêaksiyoneke pir bi tûnd, pir bi hiþk di nava me ronakbîrên kurd, rasttir, yên kurdên êzdî da yên Ermensîtanê da çêkir. Bi înîsiyatîva Þekroyê Mihoyî civîn, kongira me ronakbîrên li Ermenîstanê da bingeha Þêwira Ronakbîrên Ermenstanê yên kurd hate danînê û Þekroyê Mihoyî jî di wê da hate hilbijartinê weke prêzîdent, serokê wê Þêwirê. Mexseda vê þêwirê ya bingehîn parastina navê kurdîtiyê bû ser olka êzdiyên li Ermenîstanê, ser ziman, çand û edebiyata me, parastina yekîtiya beþa miletê me bû ya li ser axa yekîtiya Soviyêtiyê ya berê.

    Þekroyê Mihoyî ji wan ronakbîrên kurd bû, yê ku em heval û hogirên xwe û milletê xwe di nava civaka biyaniyan, gelên cînarê me da bi giþtî û di nava ronakbîrên wan gelan da bi taybetî rûsipî û serbilind dikirin. Salên 70î bû. Ez rojekê weke pir carên dinê çûm serlêdana lawikên me yên di beþa kurdzaniyê da li Akadêmiya Ermenîstanê ya zaniyariyê. Gava ez li Þekro geriyam - ji min ra gotin, ku ew hema vê demê Sêmînarekê, raporekê bi cî tîne bona zaniyarên înstîtûtên Rojhilatzaniyê û dîroka gelê ermenî di serake Akadêmiyayê da. Min lezand wira. Sera bi zaniyariyên ermenî va çilk - çervn ra bû, derzî bavîtana - nediket erdê ber ku rapora Þekro ser rewþa kurdên Kurdistana Bakûr ya hemdem bû, ser babeteke usa, ku bi sebebê femdarî bala hemû ermeniyan û nemaze dîrokzanên wan dikþîne ser xwe.

    Tirs û xofekê li min girt û ez dilê xwe da difikrîm : ”Gelo hogirê min wê bikaribe li ber gire-girên ronakbîrên ermeniya bi rûkî sipî bin vê berpirsiyariya mezin û giran derkeve. Gelo gava dîrokzanên ermenî pirs û pirsiyaran ser pêwendî, girêdanên ermeniya û kurdan zemanê bi cîanîna gênosîd, gelqiriya ermeniyan da bi destî ciwantirkan ji wî bikin ewê bikaribe ji bin wan pirsiyarên giran derkeve”. Lê Þekro raporeke aliyê zaniyariyê da haqa kûr û temam bi zimanekî ermenî yê dewlemend û xweþ bi cî anî, ku kêfa zaniyarên ermenî jê ra hat, ewana pirsiyarên xwe yên bi tehlîke ji bîr kirin û dawiyê da her bi tenê bi zemanekî dirêj dest, çepikên xwe li hev xistin.

    Gava ez ji serayê derketim min dilê xwe da got : ”þîrê te li te helal be, Þekro, te em çawa rûspî û serbilind kirin”, û gava ez di kolanê da dimeþiyam min hew tirê ser pembu û zembelekan dimeþim; lingên min ji þabûna erd nedigirtin.

    Piþtî temambûn, xilasbûna konghira me ronakbîrên Ermesnîtanê jî, ya ku min li jorê besa wê kir, þayra ermenî ya mezin Sîlva Kapûtîkiyan nêzîkî min bû û derheqa rapora Þekro da wa got : ”Minê pir bixwesta, ku hinek ronakbîrên me yên ermenî jî weke Þekroyê we yê Mihoyî bi ermenîke wa bijare, wa dewlemend û xweþ axaftin bikirana”. Li vir jî ez ji ber þabûn û serbilindiyê weke elokan di xwe da werimîm.

    Ez xwe bextewar dibînim, ku min ne ku bi tenê Þekroyê Mihoyî naskiriye, lê bi wîra hevaltî û hevkarî jî bi cî aniye.

    Hevkariya me ji rojname Riya Teze destpê bû, gava ewî bi amadebûna min ser, rastkirina gotarên min temam dikir û ew ji bona weþandinê bi rê dikirin çapxanê.

    Gava min nîveka salên 70î werger - lêkolîna xwe ser berhemên ronakbîrê ermeni yê mezin, dost û xêrxwazê gelê kurd Xaçatûr Aboviyan temam kir, Þekro ra got, ku ew bibe rêdaktorê wê yê berpirsiyar ji bona weþandinê. Ewî ew xebata min ji destê min girt bê ku konkirêt sozekî bide min.Piþtî xwendina wê ewî ne ku bi tenê ew wezîfe hilgirt ser milên xwe, lê bi ser da jî pêþgotinek ji bona wê pertûka min nivîsî û di wê da keda min jî da nirxandinê.

    Çend sala berê li bajarê Almaniyayê - Wûpêrtalê gotî xelatên Komkarê bidana çend ronakbîr, hunermendên kurd û di nava wan da – Þekro jî. Komkarê rê tê ra dît, ku weke welatî, hogir û hevkarê wî û weke kompêntent, zanê kar û barê wî ez di mêrasima pêþkêþkirina xelatan da axaftinekê ser Þekroyê Mihoyî û jiyana wî ya berhemdariyê bi cî bînim û wê xelatê bi destê xwe bidim wî. Min ew spartin bi þabûn û ser bilindî bi cî anî.

    Piþtî civînê Þekro ji min re got : ”Te axaftineke xweþ kir, lê pesnê min pir da”.

    Hevdîtineke min û Þekro, ku piþtî serlêdana min ya li Herêma Kurdistanê di buhara 2002an çêbû, min jê ra got : ”Þekro, min merem daniye ber xwe, ku lêkolînekê bi cî bînim li ser kar û barê Barzaniyê Nemir li Yekîtiya Sovêtiyê, ber ku di vî warî da valahiyek çê bûye û ew kar û bar bi temamî û hêjatî nehatiye raxistinê, li ber çavan, nehatiye nirxandinê”.

    Þekro boyî vê yekê pir kêfxweþ bû, lê gava min gotina xwe anî ser wê yekê, ku ew bibe asîstanê min weke Barzanîzan û rêdaktorî, berpirsiyariya weþandina wê lêkolîna min bike, ewî bersiva min wa da : - Bi þabûn, Wezîr.Ezê bi ser da jî weke rêdaktorê berpirsiyar pêþgotinekê bona wê pertûka te binivîsim.

    Xweþ nivîsî !.. Ne pêþgotin bi cî anî, ne jî xatirê xwe ji min xwest, piþta xwe da min û çû... Ez xemgîn û sergerdan hiþtim. Çima, Þekroyê bira ? Ne axir bilî xeberên xweþ û rêzgirtina te min qet carekê jî gotineke sar neda bû destê te.Lê te çima ez li Awropayê, nava xerîbiyê da bê berbîn hiþtim ? Rast e, hogirên hêja dîsa hene, lê weke gelê me dibêje, her gulek bînek jê tê, lê bîna te jî pir xweþ bû, welatiyo û hogiro:wek bîna gul û gîhayên zozanên Kurdistanê.

    Sala 2006an havînê Þekro serlêdaneke bi sirê li Herêma Kurdistanê bi cî anî. Gava vegeriya Moskovayê ez bi telêfûnê ji Brûsêlê pê ra peyîvîm. Pir kêfxweþ û serbilind bibû ji ber avadanbûn û gulvedana Kurdsiatana Azad.

    Lê gava pirs û pirsiyara rewþa min kir min jê ra got : ”Þekro, vî temenê kalemêrtiyê da ez ketime nava xerîbiyê, eva yeka giranîke pir e ji bona dilê min yê tenikbûyî”.

    Dest xwe da bersiva min da, weke xwe cara li min hate þîreta : ”Ez zanim derman, melhema dilê te yê xemgîn çiye... Rabe here ziyaretkirina Herêma Kurdistanê û dest xwe da ew xemê giran wê ji te birevin”. Ez piþtî çend mehan hatim beþê welatê xwe yê azad, xem ji dora min çûn, lê hema li vir jî besa wefatkirina te gihîþte min û þabûn di nîvê gewriya min da ma. Tu xêrxwaz, dilêþ û berbîna min bûyî, lê te çima ji niþkê va ev bêdadî, ev nemamî ji min ra kir, hogirê ezîz ?

    Þekroyê Mihoyî heftê û heft saliya xwe da wefat kir. Eva temenekî ne hindike, ne kême, gava em wê yekê jî bigrin, ber hesêb, ku pir mezin ciwaniya xwe da ji vê cîhanê diçin. Lê em gotî gotineke aqilbilindekî cîhanî yê zemanê kevnare jî bigirin ber hesêb, gava gotin tê ser wefatkirina Þekroyê Mihoyî. Ew aqilbilind dibêje, ku mirina ronakbîrê berhemdar yê ku hêjî diafirîne çi temenî da jî dest bide ya ji zemîn zûtire. Em vê gotinê tam û temam dikarin hindava Þekroyê Mihoyî da bi kar bînin. Her bi tenê ew yek ji me hogirên wî yên qelemê ra dibe sebir û sikan, dibe stûnbeke stûr dikeve ber dilê me yê þiksetî, ku bîranîna wî ya geþ û ronik wê heta dawiya jiyana me dilê me da bimîne, lê navê wî yê hêja û bilind jî - nava gelê wî yê bi þêkir da - hetanî dîrokzaniya kurdî hebe.


    Wezîrê Eþo
    Dema weþana nivîsê, 09. 02. 2007


    Wezîrê Eþo

    Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

    http://www.pdk-xoybun.com

    http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


    http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


    http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg


    * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * *


    Wezîrê Eþo Kî ye ?

    Wezîrê Eþo nivîskar û rewþenbîrekî kurd e.


    Wezîrê Eþo di 1ê mijdara 1934an de li paytextê Gurcistanê – Tiblîsê hatiye dinyayê.


    Ew di sala 1953an de li fakulteya tarîxê ya Zanîngeha paytextê Ermenistanê – Êrîvanê tê qebûlkirin û gava ew xelas dike, di navbera salên 1958–1961ê de li gundê Pampê wek serokê dibistanê kar dike. Salên 1961–1963an wek berendamê doktorayê beþa kurdzaniyê ya Enstîtuya Rohilatzaniyê de li Lenîngradê ( niha Sankt – Pêtêrsbûrg ) di nava tarîxa Kurdistanê de kûr dibe. Salên 1964 – 1983an weke redaktor û redaktorê sereke yê polîtîkî di radyo, televîzyon û weþanên Ermenistanê de kar dike. Salên 1983 – 1994an karê redaktorîkirinê û wergeriyê di beþa weþanên kurdî ya Radyoya Êrîvanê de bi cî tîne.


    Wezîrê Eþo xwediyê çend kitêbên çîrok, kurteroman û wergerê ye :


  • Mizgînî
  • Dengbêj kal bûbû
  • Pamp – Sîpan
  • Xaçatûr Abovyan


    û lêkolînên wî yên


  • Kurd
  • Êzdî
  • Xebera dosta


    Weke rojnamevan zêdeyî hezar gotar û þiroveyên wî li ser rûpelên Rya Teze û hemû rojname û kovarên Ermenistanê û Moskovayê yên navendî de hatine weþandin, lê welê jî di radyoyê de hatine weþandin.


    Ji ber vê kedê ew kirine endamê Yekîtiyên nivîskar û rojnamevanên Ermenistanê û yê Yekîtiya Sovyeta berê. Wezîrê Eþo di sala 1991ê de hêjayî xelata Yekîtiya Nivîskarên Ermenî û Seksyona nivîskarên kurd ya bi navê Erebê Þemo bû.


    Wezîrê Eþo niha li Belçîkayê dimîne. Ew li Belçîkayê jî di kar û mijûliyên nivîskariyê de berdewam e.


    Nasîna li ser birêz Wezîrê Eþo :
    Ji Ansîklopedîya Wikipedia' yê hatiye girtin.


    Wezîrê Eþo
    Dema weþana nivîsê, 09. 02. 2007

    Wezîrê Eþo

    Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

    http://www.pdk-xoybun.com

    http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


    http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


    http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg