PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Besam Mistefa : Ji Mihabad ta bi Mihabad : Xewna Kurdiya Þêrîn !




Ji Mihabad ta bi Mihabad : Xewna Kurdiya Þêrîn !

Ji Mihabad ta bi Mihabad : Xewna Kurdiya Þêrîn !
“Merqeda”te li kû ye Qazî
Ta ko em bidinê berê xwe ! ! ?
Ta ko zirta me jî
Di nav tiliyên te de bixeniqe.
- Ehmed Huseynî
Dem : 22. 01. 1946
Cih : Mihabad !
  • Li wir, tovê pêþîn li erda tiya aso û azadiyê, hate reþandin. Li wê meydana xweþik – Çarçira - di dilê Mihabada birîndar de, tîrêjên hêviyê yên destpêkê ronahî dan.

    Kurd in sade bi kesera dilkutiya pêþîn ya jiyana ku çend û çend hate kuþtin lê nemir, berbi Çarçira ve kiþiyan. Kurdên ji her þûn û warekî li wir civiyan da ku pêka yekemîn ya avahiya ku heta anuha pêk nehatiye, deyinin. Çavên pêþmergeyan bi tivingên wan yên dirêj li wir pêwaniya xewnê dikirin. Al û êþ û çiya û asîmaneke mîna xewnê fireh çavdêriya cihê matmayî dikirin. Li pêþiya herzala sakar hindek mêr bi serpêç û kincên xwe yên Kurdî, di nav wan de Barzaniyê nemir ko xewin av dida û bi cil û berg dikir, bi mêr û tivingên ku qet ranewestiyane dikir, rawestiya bûn. Li ser herzalê, dadwerê sade û pêþewayê mezin - Qazî Mihemmed – silav lêdida û ji aso re digot : Vaye em hatin, em ên ko qet neçûbûn !

    Li Mihabad - bûka rojê - xewna þêrîn mîna çirûskekê ji çîrokên cinan û welatê efsaneyan û landika þaristaniyan – Mêzopotamiya û sînorên Gilgamiþ û Kawayê hesinkar, vepengizî ! Wê demê ko cenga cîhanî li dar bû Qazî dît ku dem hatiye da ku tava nuxumandî dîsa geþ bibe û reng li kok û rêzkirina xwe ya pêþîn vegerin. Li Çarçira xewnê, ji herzala xwe ya piçûk rastî hemû vegot… Aso tev didît reþ û sipî, rengfirîn û çirûskdar ..Weke ku bizanibe roj çi pilanan li serê wî û milletê wî girêdidin, lê zanebûna wî nebû asteng ko ew rê ji xewnê re veke berev sibebroja bendewar manendî keçeke nûber ku ji evîndarê xwe yê dûr re xewnekê bi firehiya asîmanan, bi tayên dilê xwe yê piûçk, vedihûne…. û Qazî sade bû….feqîrên Mihabadê bi cil dikirin, wan li hev dianî, û di tenge esran de, dema tavsorkê, di nav zeviyan de dimeþiya, û êvaran vedigeriya mala xwe da ku tiþtekî hindik ku jina wî amade kiriye bixwe û raze û xewnên hêvîdar ko Mihabada xweþik û Mihabadiyên belengaz rojên xweþ bibînin, didîtin.Xweþik bû….Bi herdû çavên xwe yên nivandî û rûyê xwe yê tahir û rih û por û þîna di kûrahiyan de veþartî. Wî dizani bû çi dike û nêzîkî rastiya weke agir geþ di bû, diviya bû ew wisa bike, destpêkê bi xwîna xwe ya paqij wêne bike, da ku zaro û nevî piþtre rêveçûna xwînê biþopînin.

    Yanzdeh mehan xewn berdewam bû, xwediyên wê jê re dilsoz bûn, û di wê çaxa kêm de, tiþtên ku dehan sal ji wan re divên, pêkanîn. Ew tenê, afirînerên destpêka zehmet didîtin dawî nêzîk dibe û bihna genî ya petrolê difûre û mizgîniya ne xêrê, mizgîniya êþ û azaran bi xwe re tîne ! Yanzdeh mehan, û Ala Kurdiya rengîn li asîmanê Mihabadê liba di bû û sirûda sermedî ji bajêr bilind di bû û xak bi Kurdî diaxivî li wir. Li wir jî, qederê xwest ko serok Mesûd Barzanî kurê Barzaniyê nemir–ê ko komara nûzayî diparast û bi dilzosî û evîndariya xwe tevî berevaniya wê dikir berî ko dijmin li ser kuþtina wê lihev bikin û ew tevî pêncsed lehengî berê xwe bide Soviyetistanê di rêveçûneke efsanewî di gel emaneta ko ji Qazî wergirti bû: Ala ko Barzaniyê kur jê pêve di asîmanê Kurdsitanê de, nepijirand - li wir jidayik bibe. Yanzdeh mehan, weke ku Mihabadî nêzîkbûna dawiyê ji destpêka xwe bibînin, bê rawestan kar dikirin, þanoyeke Kurdî damezirandin, sirûdeke netewî afirandin û Dibistanên Kurdî avakirin û pirtûk çapkirin û rojname û kovar belavkirin, ev hemû di demeke kurt de bi vîneke xurt û bilind wekû bilindahiya çiyayên Kurdistanê.

    Hingê, dîrokê ji neviyên Kawa re xefik vedidan. Wekû hercar çîroka dilbijan destpêkir, û bayên konevaniyên navneteweyî yên ko ji berjewendiya xwe zêdtir nikarin tutiþtî bibînin, rabûn. Bazara li derê ha pêkhat, û kurdên bihêzî qels dîsa hatine firotin…Bûne qurban û tevlî axa dasitan û kilamet û efsaneyan ta demekê bûn , ji ber ku ew hercar nediyar dibin û paþê bihêztir û xweþiktir vedigerin!

    Di heman meydanê de, piþtî yanzdeh mehan, nûxuriyê nazik diviya bû were serjêkirin û bibe qurbanê biyanî û hemnijadên ko ji bihna xwînê pêve, ti bihnê hew dikin. Ew nizanin ku xwîn xwînê peyde dike, û rastî her û her tête holê…û rastî wirde wirde tê, mîna bayekî nepenî tê. Li Çarçirayê, tola xwe ji Kawa sitendin, lê nizanin ko Kawa yê ku beriya hezarên salan Ezdehak serjêkir, bi hezrana kur û keç û neviyên wî çê bûne, erê, veþartî ne lê jiniþkave dixuyin, dema ku sitemkar wan li ber çavên xwe nabînin !

    Di berbanga wê rojê de, Qazî Mihemmed hate bidarvekirin. Qaziyê ko aram û rûnazik bû, û ji dawiya xwe razî û serbilind bû….Pêka pêþîn ya xewnê êdî hate danîn, xewna nemir ko bi xwîna mêrxas û pakrewanan geþ dibe .Qaziyê ko eger Kurdan weke Çeçanan navê þehîd û lehengên xwe li çiyayên xwe bikirana, dê navê wî li mezintirîn û bilindtirîn çiyayê Kurdistanê bûna. Qaziyê pêþewayê þehîd ê mîna ewreke sipî û bilind ku ji xêr û hezkirin û aþîtiyê pêve jê nabare. Qaziyê Kurdê resen ê ko ji bilî jiyan û xwîna xwe tembînameyeke bê hempa ji nifþên nuh re hiþt, ev nifþê ko berbi pêþve gav dide, berev xewna bi xwîna Qazî û hemû pakrewanên Kurd ên ko tenê ji Kurdistanê re jiyan û tenê ji boyî wê mirin, rengdayî.

    Di salvegera yekemîn komara Kurdistanê de, Mihabada - eþq û evînê - bila her yek ji me tembînameya pêþewayê þehîd bixwîne da ku bibîne çendî xewn nêzîk e û çendî xewn þêrîn û giranbuha ye û çiqasî li ber pêkhatinê ye. Ji Mihabad ta bi Mihabad, gelo çi ji hêvî û bicihanîna xewnê xweþtir heye ?


    Hewlêr, 06. 02. 2007
    Nivîsîna : Besam Mistefa
    Kurdê Rojavayê Kurdistan ê.


    Besam Mistefa

    Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

    http://www.pdk-xoybun.com

    http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


    http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


    http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg