Sîwan SîwanGava tu ketîsîwana min î mijmijok… te þerma xwe kiras kir, te pencên xwe lê kirin gulok… Hoy dilê þiyar ji zû de tu li dor vê ketinê diçû û dihat.!! Hoy dilê evîndar kula li ser wan gotinan hat birajtin, çawa hat cût in ? çawa hat xwar in? Tu ji zû de li dor xefkê diliviya yî, û libok bi sed rengî te diramûsand .!! Tê bîra te carekê tenê, nikilê te bê tirs û saw li defa sînga min dida.!! Tê bîra te ew kernevalê tevzînokan di herdu laþan de, vêket geriya û bi rêket… Ez dizanim tê bîra te, tiqtiqa kenên me, ko serxewþ ji du kewarên hingivîn bi firê ket.!! Ma ne bes wilo jî, ew tiliyên ko bi çi hawî ji hev venedibûn, cotbûna me di awazên damaran de jîn dikirin.!! Hîn jî ez ê bêjim, gava beybûn li ser bihna buhara me geþ dibû. Gava wênevan ji nexþandina cîhana me bêzar dibûn. Çîroka me xweþ bû û xweþ e ji mêj de, ta niha, û heya û heya… Evîna berdewam ji çaxê zayînê, li her çaxê heyînê, çirûskên bê bend ji pertûkên pîroz ji her nameyên pêximberan der kirin… Ma tiþtek nema ez bêjim? asîman herdem bi me re dikene, û buhar rengê xwe geþ dike. fermo bi destê xwe agirê zerdoþt vede, mûmdanê dîsan bigirîn . Piþtî basikên te li sîwana min serbest bûn em bûn cotek perperîk li cîhaneke ronî firiyan… 30. 03. 1997 Rojavayê Kurdistan Helbesta Ji Pirtuka Hetev Ne Leylan Dema weþana helbestê, 04 02. 2007 Ezîz Xemcivînhttp://www.pdk-xoybun.com |