PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Sibeha te xweþ be





Sibeha te xweþ be

Sibeha te xweþ be
ji tariyê tu rizgar bûyî.
bi rengekî nû,
bi dilekî geþ,
pê re hate bîra min
baxçeyê gulan,
buhara dilan…

Sibeha te xweþ be,
gula spî
ji spîda berbangê,
bi nazî
te cam û xweþî û evînî
li hev civandin…

Sibeha te xweþ be
bi vê hatinê,
keskesorek rengê taca kisra
li serê sîpan te gerand…

Sibeha te xweþ be
bi awazên þalûl û bilbilan re,
bi ahengin zelal,
li ser lêvên tenik
bi dengê keman û nayê re,
vê gavê
perda guhê min hejand…

Sibeha te xweþ be
mûm û þemala sersalê,
perperîk û perwanê,
gotin û helbest û dîwan,
ji dil û hiþ û hinavê min,
li ser rûpelan
te weþand…

Sibeha te xweþ be
bi bayê hênik re
ko porê zer û zêr
wek pêlên derya
mû bi mû
li hev wergerand .

06. 10. 1990


Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Hetev Ne Leylan
Dema weþana helbestê, 04 02. 2007


Ezîz Xemcivîn

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg