PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Dawî ne hat





Dawî ne hat

Di wê demê de..
di vê deme de..
di tariyê de
di roniyê de..
dixwestin te veþêrin,
ziman û çavên te girêdin,
dilê te biguvêþin.
çend xêz û rêz danîn
gotin…
peyivîn,
û dawî ne hat.!!

Digel hev,
li ser te çûn û hatin,
durî vebistin,
xwîna te mêtin,
qeymax firotin,
êrîþ kirin,
te perçe-perçe kirin.
te mijtin,
te biriþtin
ji xêr û bêra te þûþtin,
û dawî ne hat.!!

Di binê zindanan de
birçî û tazî te hiþtin,
li bin dar û dolab û lêdanan
neynûk û por hilkirin,
çi xwestin kirin,
çi xwestin birin,
tenê ramana te…
tenê ramana te…
nikarîbûn û nikarin
ji serê te bibin
lewra
dawî ne hat.!!



1992

Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Hetev Ne Leylan
Dema weþana helbestê, 04 02. 2007


Ezîz Xemcivîn

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg