PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Peyama min





Peyama min
Bîranînên te,
bûne ewr,
xwe li kohê çiyayê
min girtine…!!

Bîranînên te,
tavên buharê ne,
di hilma min de
derd û kul harkirin e!!

Ramanên min
bûne deþt,
lehî û firtonan,
ew dar,
gul û fêkî,
wek leymiþtê
li ber xwe birine…!!


Min digot;
ez mûmek im
di birîna te de
vêketî me !!

Min digot;
ez nexþekêþê
dîroka te me !!
ji bo wê
hiþk û ter
laþê min
bûye mûmdan…!!

Gava te xwest,
di ser serê te re,
ez bûm refekî murxan.

Gava te got;
ji ser lêv û zimanê te,
ayet bi ayet
di jîna tekoþînê de,
ez bûme pehlewan…!!

Peyvin þayik,
hevokin ciwan,
babetin mezin,

ez bûm kilît
bi min girtîgeh vebûn.!!

Ez bûm rengin zelal,
bi min armancên te
xuya bûn.!!

Ez bûm dîkilê sibehan,
banga bû þoreþ,
bû ferman,
xêr nake xew;
rabin…
rabin…
li cîhanê
min topa
azadiya te teqand.!!

Ez bûm dildar,
ez bûm evîndar,
ez bûm Ehmedê Xanî
miftiyê civîn û civandinê
bi noþî yan ne noþî,
her tê bixwî,
ji dew
nîviþkê (Nûbuhar).
ji bo piçûk û mezinan
ji bo kurdan …
raweste…
biramîne…
ji bo yekîtiyê…
hevgirtinê …
dasê navêje
zadê sînordaþan.
qûça pir nekin…
cihê nebin..
ez bûm genim,
peyama min
giha yezdan,
ez kurd im…
ez kurd im…
ez kurd im..


24. 08. 1998
Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Hetev Ne Leylan
Dema weþana helbestê, 04 02. 2007


Ezîz Xemcivîn

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg