PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Qerar û cewab





Qerar û cewab

Ez ê dîsan agir
bi çira te ve deynim.

Ez ê cama bêdengiya te
biderizînim…

Ez ê karibim gerdena xwe
bikim pencere,
zimanê xwe
ji te re bikim rê.

Dilê ta girtî,
Ji perwanên peyvên te re
bikim gulzar .

Ez ê xwe û te bikim takî
li hev badayî,
bi dûv derziya zimanê
hozanvanan vekim .

Belê… belê…
ez ê karibim,
nêza evîndar û bendewaran,
bi çîroka me biþkînim…!!

Ez ê çavên te bipeyivînim .
dasîtanên evînê,
bi wana vejînim
belê pir kêf xweþbûm,
perwaneya dilê min
buhara çavên te bijart.
ferhenga pîroz vekir,
helbest û pexþanên min
dane ser ziman…

Li ser pêlên deryake awazan,
tev de ew bûn qerar,
û ji buhara çavên te
hoy evîndarê min,
standin bersiv û cewab.


01. 11. 1997


Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Hetev Ne Leylan
Dema weþana helbestê, 04 02. 2007


Ezîz Xemcivîn

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg