PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Pirs





Pirs

Diramînim,
çima helbest nayê?
çima dîlana min
bi awazên were nayê?
þahî bi rijandina xwînê re dernayê ?

Hawar ji ber wêrekiya fîþeka te,
li newalên ker daqûl nayê .!!

Dipirsim û pirs gwîzan e; qeþema dilê te
bi kujtina kenê min dihile?

Meger kenê min çû,
û kenê te sêwî ma !?
meger Qeregêtran
li çalê çandî ma !?
meger nalîna Memo
li zindanê girtî ma !?
Tu olan mandel nekiriye ,
du cêwî
di malzarokekê de bijîn.!!
tu çiyan bê dilî ne kiriye ,
kulîlk bi du xwînan
bêtin vejîn.
ez û te ji yek zikîn e,
heger dilê merov hebe
û bela ev ji min derew be:
" du zebeþ bi destekî têtin rahiþtin "
û heger "du serî ne mezin bin
di beroþekê de tên kelandin "

01. 09. 1997


Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Hetev Ne Leylan
Dema weþana helbestê, 04 02. 2007


Ezîz Xemcivîn

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg