PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Li Gulistanê





Li Gulistanê

Li gulistanê,
li ber siya darê,
li nêv hevrîþma ji dilan derdihat,
can û keser û nimêj
li yek torê ketin dîliyê…

Dil ji danê ne rawestiyan,
kursî ji hembêza masê
ne liviyan.
bi Laleþ me sofîtî dît,
em gihan "eþqa" Cezîrî,
em gihan bin baskên yezdanan,
me þev û xewn bi hev re perest…

Ahînên me
bi pêjnan ketin pêxîla hev,
û çavan bi sedê pertûkan
di bîbîkên hev de xwendin.
heya peyv û xêz
û perparên rewrewkê
tev li hev bûn.
rewanên me
wek du burcên
roniyê bilind bûn,
pinpinîkan li ber þahî dikirin…

Asmanê gulistanê,
werê dev li ken
bi dîtina min û te þa dibû ...

Pelên daran siya xwe dimijandin,
û bihna jînê
ji hinavê xwe didan .

Kavkulîlkên pistepista me,
riwê evînê diqelaþtin.
bi xêrhatin,
her tiþtî li me dinerî
bi me re dikeniyan .
bi her hawî,
li her alî,
xunava hestên me dibariya..


Li gulistanê,
li ser lêvên sosinan
tîpên hêviya me meyan.
bi þahiya me re
nêrgiz,
nesrîn û yasemînan
mehra dilên me birîn,
û tevaya gulan gotin:
ev e mizgîn !!


09. 07. 1997

Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Hetev Ne Leylan
Dema weþana helbestê, 04 02. 2007


Ezîz Xemcivîn

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg