PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Dibêjin





Dibêjin

Çi dibêjin…!!?
mûyek ji porê wê
ji xwe re
kiriye gustîlk !!?

Çi dibêjin
navê wê
xistiyê berbejnekê
û bi xwe vekiriye !!?

Bera bêjin,
bera bêjin
tembûra dilê min,
Ji van awazan pê ve naxwîne !!
çavê min
ji bejna te pêve
roniyê nabîne !!

Wêneyê dergûþa hezkirina me,
ji ser riwê kaniyê,
tîrêjan dide.
her çavî
dike tora rokê,
her kesî
bi xwe re dikenîne,
û evînê
ji dilê keviran divejîne!!

Dibe ko pirsîn çê bibe.
tu kî yî?
ez kî me?
em kî ne?
bera bêjin
çi bêjin !!
ez û te
em yek beste û meqam in;
bihna hemû gulan
li ser lêvên buharê
em dixwînin.


07. 03. 1997


Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Hetev Ne Leylan
Dema weþana helbestê, 04 02. 2007


Ezîz Xemcivîn

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg