PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Çûna te !!





Çûna te !!

1 - çûna te ,
li kulîlkên dilê min
dibe terez .

Wekû çawa qawanên
dev li ken diçilmisin.
wisan evîna min î bejin çinar,
ji bilind paya xwe
tête xwar.. .

Agirê birûska xatir xwestinê,
gavan bi kontakê re ditevizîne.
û jîna min derbasî
þevên spî dike.
roka bendewariyê bi gera
li dora xwe,
serê min gêj dike.. .!!

2 - Çaxê civînê;
dil bû
þikefta "Hera "
li bende Cibrîl
ev çend sal divê rewþê de ye.
bistiya razeyên min,
ji ber peyv û çavneriyê
xwe dide alî,
li gelek çal û çeperên
hêviyê xwe diveþart...

Ta niha çi bayî
tevna pîrêpîrê ne biriye ,
ne jî hêlîna kevokê
ji peravên awira min rabûye .!!

Þûrê mixabin û poþmaniyê
di kalan de bêzar e,
tereza malik wêran
her û her bi ser kulîlkên
dilê min de dibare .!!

Pêre keriyê gazinan
hate ser delavê lêvan,
tinaz û bîranînên me
li kaþ û newalên hilman
terqiyan...!!

Ne ez li ber aramê leheng im.
ne tu dikarî
rojiya evîna min bigrî.
tev li tayên xwe yî rojane,
em bilind firiyan…!!

Va buhar
kulan
ji dor kenê perwanan dimale.
ez û te jî
mîna Qaz û Qulingan
wek du tilûrên rêwî
em bûne cotek
û li hêlîna hingivîn
vegeriyan


14. 11. 1997


Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Hetev Ne Leylan
Dema weþana helbestê, 04 02. 2007


Ezîz Xemcivîn

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg