PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Hetavê





Hetavê

Li ser tîrêjên te,
ez banga xwe diþînim.
bi awirên te,
ez nimêja xwe bi cî tînim.

Hetav e li ser dilê min,
li ser canê min.

kaniyên ko kenê te dîtin,
gerek ne miçiqin!!
ew destên ko destê te girtin.
gerek li ser serê þêran
neveciniqin!!

Evîna me di kulik de ye,
herdem hêvî di malzaroka
hêviyê de ye.

Hetavê,
dema em bi hev re bin
bê pîvan e,
þev e,
yan roj e
bê pê û gav e…?

Pêvajoka evîna me,
bi bihna pûngê dest pêkir,
di gulzaran de xwedî bû,
û xwe bi mehra filan girêda.!!

Hetavê
li ber deriyê gazinan
metalan neke !!
meger ji ezmanê bihriyan
rondik dibarin,
û herdem xunav
li ser dêmêngulê
dilûse.
bi þev û roj,
em li bîra hev in
û ramanên me
tucar
cotê xwe bernadin.


03. 05. 1997


Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Hetev Ne Leylan
Dema weþana helbestê, 04 02. 2007


Ezîz Xemcivîn

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg