PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Þeveke evînî





Þeveke evînî

Buhar û kulîlk
herdem te di bîra min de tînin,
‏þev pêde xewn û raman
te tînin hêla min,
destê xwe didim ser dêmên gulgulî
stranên evînê bo dilê min distrînin..


Li Qamiþloka evînê, li ber awirên stêran, û li ber awaza pênûsên sê helbestvanan "Dildarê Aþtî, Bavê Tosin û Silêmanê Azer em heval û hogirên hev mijûl bûn, me sîtava bîrhatinan vegirt; û bi piyalên meya evîna Melayê Cezîrî, Ehmedê Xanî û Feqiyê Teyran em dilxweþ û sermest û aza bûn.. lê ji we dikarim veþêrim, lê ji Qamiþloka kelûgirî tucarî nikarim, lewra min ev çend mîjêt xweþavê ji goþiyên guvaþtî ber bi pênûsa xwe de birin û li ser bihna yasemînê bi hevûdu re hûnandin…!!

Li bin dara giryok,
dest li ber rû me diponijim…
dengê du-sê Bilbilan
ji hawîr tête min..
belam pênûsa min Goyîn e;*
dikale. dinale..
Qamiþlokê qolincên bîranînên te,
li hinava min
Jîjo ne; gij in,
û bê vesîn in..!!*
li ser masa sincirî,
li nêzî Lîsgeha birîndar,
û li ber hêrsa kevirên raperînê;
em û ewan kul û xeman tevde axifîn..!!??

Pênûsê þerma xwe avêt;
da bin lingên kewên gulebarankirî..
li ber nalîna girtiyan
û li ber navtêdana
xuþk û dêyan
"mala xwe bernedin,
mala we em in,
mal namûs e;
mal jin e, mal jîn e…
malllllllllllll jîn eeeeeeee
talan be,
ferman be,
û bela têkçûna jiyanê be;
serhildan e…

Em oldarên baxên sînga te ne…
dengê nimêja serhildanê
ji Dêrika Hemo
ta bi Efrîn û Þamê…
dîlana manê û ne manê.
êdî12ê adarê
te newroz ji xewnên þêrîn þiyar kir.
Kulîlkên newrozê zû piþkivîn;
zû bi zû rapirîn!!
Berfa çiyê zû vê carê heliya,
lîlava sor ji dilan meþiya!!
Rehên stûr û canpola
Ji comerdiya dilê ciwanên te
çem û kanî derbûn..!!
Dem hat dengê ker û lal
nema bêdeng bimîne…
Dem hat kuç û kevir
êdî bi ziman bibin..
Evîn li bin cilan veþartî,
çawa bimîne…?
Sîng vebîn
û pêsîrên þîrdana tekoþînê
dibin kanî û diherikin..!!
Deh û didiwê adarê
birînên salan
dilê min
axxx
deng ji Mehabad gihande Hewlêrê
"Kurdistan yek parçe ye, Qamiþlo Helepçe ye"
dayikên Amedê bi dengên herî bilind
li sînoran serî hildan…
serberz û bilind in
xwîna herikî
ronî li jiyana me dida…
Serhildan e..
gul di destên pakrewanan de
ji destê Gîvara, ji destê Xesan *
27 gul li gerdena te bûn aleke ciwan…
Va em piyala azadiyê bilind dikin
bijî azadî
hê hê ..
zarok rabûn li dibistana cegerdariyê, lehengiyê kirin serhildan…
dema me va bi rastî hat
sala 2004an
tovê jîna tekoþînê
li deþthêviyên Osman Sebrî
gelê qehreman
bi xwîna xwe ew çand…


Qamiþlo, Meha Heftan. 2004

Goyîn : firindeyekî þev pêde bi nalîn e.
Vesîn : bihnok, bihinvedan.
Gîvara, Xesan : ev ji 27 pakrewanên gul bûn.

Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Pejal
Dema weþana helbestê, 04 02. 2007


Ezîz Xemcivîn

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg