PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Sozdilê





Sozdilê

Gelekî li benda te dirawestim…!!
Kewên çiyayî
li benda evîndarên xwe
weke min nikarin
bendewariyê bikin…!!

Heger bibêjim tu mij î;
çi dil ker û gêj î..
li ber birûskên dil qet napeyivî..

Erê weye tu sitem î..
ez nezan im, þîrmij im,
çawa devê xwe bi dilovanî,
mihrebanî li agirê gurr bipelînim?

Qey evqasî tu min bêçav dibînî,
bê serî diçim hêtûnê,*
ew koh û mitikê diçim ser
li hîvên cejnan dinêrim,
çavnêr im..
nayê wateya xwekujînê..

Li hevrîþma sersalan
ez þûnik im;*
zîwana pêwendî û delîveyan*
bi kulma xwe dikutim…
sar nahêrim,
çi kelînê ez hênik dikim…!!

Bela kilîta sarinc û germavê*
li bin zimanê peyvên hinguvîn bilive..!!
sîwana mûmeya tiliyan
li dor serê pêjna pênûsê
gazindê ji te bike…!!
Çiya rewan e;
bo çî tu wî dehf didî…?
rebeno ji ber weynên te melisî!!
û ji ber gefên te kurisî…!!*

Hêj tu xemgîn î?
gelo þana li nizarê*
wê karibe pêmayekî þêranî
ji kewara mest derbîne..?

bi pûkê re,
bi baran û bahozê re
dixwazim ko tu bê,
çi delîve ye
ji sira wê meya ramûsandî
dilxweþiya jiyan û viyana sorgula me ye…!!

Ger ez serxweþ im;
dikarim guvika* lingên xwe
girêk bi girêk vekim;
li asîmanê çavan
bi basikên nîv þikestî dê bifirim..!!

perwaneyê þevên te ez bim;
tu þev î ez berfa ser zemîna te bim…!!
li ser mijgûlên henaseyan
gelawêjê geþ ez bim…!!

Bifirim, nefirim
baweþîna bafir
li ber dilê sozdar herdem ez im…!!

14. 05. 2005
Hêtûnê : cihê agir
Kurkisî : jê hat birin, an bi cî bû du wateyên dijber lê dibin
Þûnik : darê ko hirî pêk tête kutan

Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Pejal
Dema weþana helbestê, 04 02. 2007


Ezîz Xemcivîn

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg