PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Pista çavan*





Pista çavan*

Canê dibêje:
Yar tu can û jana min î;
tu mey û þîr î,
li ber sînga te mîjoka jîn im
tu bingehê mana min î…!!

Du gul li guldanka dilê te ne
li bin siya ewê alê
yara azadî
û bûka bi xeml û xêlî
ez bi xwe me…!!

Dengê min li ber guhê te
payizok û heyranok e,
pista çavê min
awazê nazenîn e
bêdeng hestan dimeyîne..

Tayên evê evîn bahozê
li keleha camcamî,
li ser sînga keldûmanî
a xwîn derandî
û hêsir rijandî
pêl bi pêl bilind û nizm dirêsîne…!!

Wa bi ser te de hat
li destûr xwestinê nepirsî
Kewa heziyê ji canê xwe
li hêviyê nîþan da
bi mêranî asoyê hiþ vegirt,
bela birûsk vedin
ew nema li ser dil

bive û metirsî dibin…!!

Gelawêj e, dem xweþ e
paqij Entîke ye;
berbejna min pîroz e..
çiqas Canbaz û Çikçiko bûm
di gemþa* evîna wê de
ne bi destê min e
çeng þikestin,
bê hêz têkçûm û ketim….!!

Masiya aranê*
li tora dilketinê
ew jî wek min dîl e..
li ber çiraxa þeva þayik
sirûda bêdengiyê
bi hezar awazî belav dike..
li gel ala welat
xwe li ser masa dil çikand.

Xewn, xewneroj û rasteqîn
tev li hev dibin
kildanê peyvên yarê
bi sînga min ve dibin..
kenê lib-libî bi kilîta þahiyê
cîhana çêjê vedikin..

Ji her buharê Perwanek tê,
ji her þanê Hengek tê
û ji çavên yara min
Qulzim û Deryake evîn
bi ser cihanekê de tê…!!

09.12. 2005

Pist : Dengê nizm e
Gemþ : cihê lîskê
Aran : xweþiya xweþiyê ( tiþtê li ber çavê merov xweþ dibe )

Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Pejal
Dema weþana helbestê, 04 02. 2007


Ezîz Xemcivîn

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg