PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Demeke xweþ bû





Demeke xweþ bû

Evîndarê got :

Dem çû…..?…...!!
Kat li katê ne hat….?….!!
Tirazûya firîna rewanan,
li kaþkaþokên bêciriyê þikest.
Dem li hev nehat
buhar ji buharê cuda hat!!

Evîndar got :

Çima dem çû?…..!!
Çav çiya ne
bi derengî çav li hev dikevin!!
Bi þêranî dil geþ in;
barana hestan li ser omîdên me
herdem bi nexþ e..!!

Helbest

Demeke xweþ bû,
li ser çimên dil
hergav civîna çivîkên hizra te bû..
demeke rengîn bi awazin bengîn
li ber lêvên kaniyan
ew jî li gel masiyan
bi roniyê re dikeniyan;
em bi tenê bûn
xweþava me*
sirûda hêviyên me
têlên di navbera awirên me de
bi dehan perwane li ser ewan diciviyan…!!

Demeke xweþ bû
girrê dilên me bi hev þêrîn û þêrêz bû
tu mêwa ji zêran zengîn bû yî..
goþiyên peyvên evînî
li civanê þevînê
doþava biþirandinê*
devê me di ewan mijmijokan de
bêtir li hev dibaniyan..

Demeke xweþ bû
naziya nerîna te
çi dergehên dar li ber ve dibûn..
çi girtîgehên dilên bêdeng
bi dengvedanê li ber helbesvaniyê diteqiyan…!!

Demeke xweþ bû
bisk û peravên delîveya xweziya me geþ kir..
du Qazên hevcot
li bejana çemê hêviyan,
du mendalên bê tawan
li landikekê,
du Þevreþkên windayî
li tunelê tarîþevekê...
li nav çeplê nêrgizekê em bi hev gihan.
me sînga xwe da hev
li panava þeydayê
du marên ziya li hev geriyan
wisan bê dudilî evînê em li hev gerandin;
niþkaveyî me xwe
Lavlavkeke bejin naz li pencerekê dît …

Xweþav : Þerab
Doþav : ava hatiye guvaþtin

Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Pejal
Dema weþana helbestê, 04 02. 2007


Ezîz Xemcivîn

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg