PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Bejna Nêrgizan bilind e





Bejna Nêrgizan bilind e

Dilê xwe ji min negire
min dilêrî ji pêsîra te mêjandiye..!!
dilê xwe ji min negire
bê te navê min di leylanê de
bê nexþ‏în ma ye!!

Þêt e, winda ye û bê pi‏þt e..
Li ber bahozan
bê pal e û bê hêt e;
pejalokê evîna te me
bi dûv derziya heziya te de ta me,

Ji dengê kele‏þêrê Zagrosî
ewrên meyandî dihatin kelîn
xwe li ser dilê hêzê didawerivandin…!!
Wisan bûn avdarên kîna min
ko li ser Enfalkirina kulîlkan bûbûn sîwan;
kîna min a herî mezin
a Gur û Dêw
li kira sitemê bê mehder bû…

Ey wêranê dil îro
ji buhi‏þta xwe bayê hênik neçelpîne..!!
ma giraniya evan derdan çî din ji te mêtiye?
Canê çend hezar pakrewanî
bûne ewrên vegirtî û engirî..?
Maç û gez ji devê wan diçirisin,
qîlên sing û xi‏þtan
di laþ‏ên nazik de çi kirin û çi nekirin??

Bese ko tu li nexþ‏an metirsî yî,
tinaza zemzeloq î
û beni‏þtê bî yî…
guhdan li mafê te
guh hemî bê perde û ker bûn!!

Ta li ser sergoyên te jî
‏þînbûna Gulan qedexe bû,
sed nigar bi ristina geþ‏bîniyê re bin ax bûn
zêrê zer jî ji destê te tûnc û sifirê bê sûde bû.!!
Sedê salan
silavên biratiyê ji destê kesî li ba ne dibû..!!

Dilê xwe ji min negire
Evîna kuç û keviran,
lat û tehto‏þkan stran û sirûdên azadiyê ne;
mujde li beyabanan îro hemî havîngeh in
qûçên goristanên te me‏xel in;
hemû temenên qurqiçî
li hêviya tola buhara xwe ne..
li xaka te
hîç nizmî û xûzbûn li bejna nêrgizan
tune ye û tune bû…!!

13. 01. 2006
Alain
Emirates


Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Pejal
Dema weþana helbestê, 04 02. 2007


Ezîz Xemcivîn

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg