PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Derdê te





Derdê te

Bese bi derdê te ketim;
Va ye ten ne durist û ne saxlem im…!!

Pênûsa min
li ber roniya riwê te melûl e.
Tilî sist dibin,
û hêza can nema ajoker e!!

Tenha li ser bayê bênderan
ramanan didêrim..
gelî têne dagirtin,
çav hîn jî bi tirs in
nikarin berê xwe ji roka te biguhêrin;
û bihin nikarin
xwe ji ber bayê te ve‏þêrin..

Di 40 saliya min de
dil li ber firtona evînê bê çare ma..
her salekê bi 40 tîrêjî
sîwana xwe pêk bende kir..
çi hêz bû bi bayê kur re,
bi vedana birûskên çavên te,
bi êþ‏ û jana li cigerê
xak û meþ‏ û tevgera min dagîr kir..?

Gemiya dil
li ser çiyayê Cûdî rawestiya…
derdê li paja hêviyê nayête pesindan,
ne tê girtin û ne tê berdan..
agirekî hilor e
rivîn giha perê asîman
kilîta biryarê dînoke ye
matmayî li dergehê sawîran
bê çare ma..

Ji sawîran sawîr dizên
kiþ‏wera diyarbû sawîr e
buhiþ‏ta hêvîdar jî sawîr e!!
Evîna sawîran nerm e;
hêlîn li wana germ e.
çirayên geþ‏ li burca bilind in;
êdî pesnê elindê
ji evîna te re bi dilþ‏adî didin..


10.02.2006


Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Pejal
Dema weþana helbestê, 04 02. 2007


Ezîz Xemcivîn

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg