Peyam PeyamBi barana peyvên nermîn rerewanê pejalekê li deþta bihna min diveje.. bi nerînekê tenê te hevokên çalak ji berbejna hiþ bi hêsanî dotin… Di firoka çil saliya temen de hîn jî tu serekcana evîn î awir tevnehûn in.. hêj li hev dibanin qeymaxê li ser peywendiyê girt bi tu labûtî hilnabit*.. Bi ciwaniya cegera ciwan mê ya min ji bayî bêtir tu nizingî min î.. Doz û daxwaz ewr in; bi baweþîna kenê te re tên û diçin.. pesindarî bi xwe dirame; tu kî yî? razekî cîgirtî di bin heft qatên mejî de yî lîstik bi pîroziya evîna te re gunehkarî û metirsî ye..!! Di demekê de pêximberî lê nîne tu dikarî peyamê ji dest her firiþtî birevînî….!! 14. 09. 2005 Pejal : þaxa ji ber koka darê diveje. Peyam : peyxam: name. Labût : ew ya ko misasa cot pê tê paqijkirin.. Rojavayê Kurdistan Helbesta Ji Pirtuka Pejal Dema weþana helbestê, 04 02. 2007 Ezîz Xemcivînhttp://www.pdk-xoybun.com |