PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Ronya – 4 ( Fîþeka Þiyariyê )





Ronya – 4 ( Fîþeka Þiyariyê )

Peyveke fîþek bû;
ne ji bal dijmin,
belê ji topa devê te bû!!
Ji keleka hêvî û armanacan hat;
Ji pelên tenik,
Þûrê herî tûj û gwîzan bû..!!

Ev rastî ye..
qey tu evqasî sert û sext bî*??
dil bi mayîn û heyînê re
birîndarê nêçîrvaniya gawir bû…!!

Ev rastî ye!!
ne bêdeng im,
ne bêkêr im,
li ber xwe didim
û ne jî serbest im!!
Teyrokê* li pelên biþirîna min daye,
û kenê min li ber sêdarê qerimî ye !!

Xwestek bê tirs dipeyivin;
Marên hêviyê xwe li gerdenê digerînin…!!
Xan û sera hene
tev divê gorî bibin,
bela bi xatira kenînê kavil bibin;
bê rawan û jî bibin..
kozika wêran dê bipirse:
aramê,
rastî bûbû nerastî
max*du hîm in,
bi hev dikevin
hêz û nêz dizanin wê kî hil bibe,
kî bimîne
"Tenê zor Gêzeran radike" ?!!

Goþiyên stewiyayî
pêsîrên guvaþtî, meyê derdikîn..
xem li ku derê be
bela li wir serçiçikên geþbîniyê binivin..
Bela þûþeyên þevbuhêrkên me
dîsan bi tîsikan þingeþinê bikin..*
Dixwazin;
destên te di kela dilên xwe de biguvêþin
û nehêlin bi çi tayê bilerizin…!!

Tu tenikî,
hew hilma min mêbûna te xelat dike..
hew li xewnedariyan bi tac û kolos
padîþahê evînê bi cî dike..
Hew çav
ji pêvedana pêþikên*awirên te kul dibin;
Hew Sîmir
bi aliyê tavesorkê de difirin,
Hew dil bi bal dil de gilolî dibin..!!*

Tehtoþkên geþbîniya min
nema dikarin Kundên kîn û rika te haþ bikin..
Endekoyên sawîran
li benda çirisîna stêrên þêt qerimîn;
her ko te berê xwe da Narînê, Nêrgiz û Gulnarê
tevdan ji te bi pirsîn û tirsîn in
ji qîlên Marê evê biryarê,
dizanin ko destê Ronya li bihna wana disû..!!

Ronya
çirayên bizdonek
ji nixumandina rastiyê dibezin..
tê evqasî xwe ker û gêj nekî
xendeya dilgirtinê bê çêj nekî,*
dilê pêlik li ber burcê çardeh movik e
vaye keysê dibîne;
nêzing xwe ji pala te rizgar dike…

Dibe tu bibêjî:
ma çeng ji pêlên ba rizgar dibin?
Kilîta zimanê min
bi Kewa canê te re dîl bûye;
zimanê min dîl e,
bê firyan e
û bê navûnîþan e…

Êvareke belengaz
û tarî bû..
sozin bi ser avê diketin,
ji çavên kînok pirîsk pêdiketin..
Du kew in
bê hevcotî neþên biçin hingûrê;
li ber bahoza nakokiyê xwe nagirin..

Çima îro ne yar im?
li fala sawîran ne fêrisê þareza me!!
ne jî ew siwarê li ser Hespê spî siwar im..??
Çima îro dûrî çav im??
dûrî buhar im??
derbûyê Þan im;*??
û ne ew Nêrê li nêv Hingên kewar im..!!??
Ji keysê derim;
þût û rût im,
li penga evînê girêka rîs im,
û li sînga keskesorê tîrêj im…??

Nalînek ji ber janê tê;
li cihokên dîliyê dengvedanê dike..
hênkaya ba dibêje:
Yar bû,
bela hêtûna xwemal li dil vêketî bimîne..
bela du canan bi hev re bisojîne
heger te dil ji berbangê nevêt;
bizane dem li çavên gul diyarî dikirin, buhirî…
Hêz bê têz bû,*
ar dibe dû
rewanê te jî nema baweþîn e..!!

Ma dilê te dikare agirekî din geþ bike??
Ma dilê te li nama Pêximberekî din cot dike??
Ma dilê te kirasê Mar e??
buharekê li xwe dike,
buharekê ji xwe dike…
dikare bi qatek þima dasîtanekê biseyîne??
an dilê te
nema li dûþîziya* evînê pirsiyar dike..!!??

20. 11. 2005
Alain
Emirates



- Fîþek : gulle, berik
- Sext : ne rastî, ne diristî
- Teyrok : zîpik, terez, gogik in ji qeþayê ne, wek baranê ji ezmên têne xwar
- Max : çîn, qat, an jî rêzek ji rêzên avakirinê
- Tîsk : pehîn
- Pêþik : pêþî, kelmêþ, kermêþ: bi çerm ve dide û xwînê jê dimije
- Gilolî : gindirîn, xindirîn: cûreyek ji xindirandinê ye: gindirîna bi teqil e.
- Çêj : pir wateyan dide: xweþî, xweþiya ji merov re herî xweþ, tiþtê li ser mebest û keyf û xweþiya dil, bi Erebî { zewq } bi nav dibe
- Þan : komela hingan, koma mêþên hinguv
-Têz : ne amadekirî, bê amadebûn
- Dûþîze : keçîn, keçanî, qîz, qîzanî



Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Pejal
Dema weþana helbestê, 04 02. 2007

Ezîz Xemcivîn

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg