PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Ronya – 3





Ronya – 3

Ceger fêr bûye
serê te li ser pala wê binive…
Çav fêr bûye
berî raketinê
nêçîra kevan û sawîran
herdem tu bî…!!
Pirsekê xwe çem kir:
Bo çî; giyan ji te hez diket?
Bo çî; Iþqêt giyan emro tu bî?
nazanim giyan
welamî* tu bi çî bidem..!!
giyan* hez nakem
tu bêtir ziyanê
li xoþewîstî bar biket..!!
gelekî dûr im bêçare me
ji bo gihiþtinê…?

Paleyê li leylanê dikim;
hêsan e, ne giran e
di rê ya jiyanê de
canbaz im..
ji bo hevdîtinê
li ser þûrê bendewariyê
sivik diçim..!!

Ronya
li ber çavê min e;
diçim, dirawestim,
mil bi mil li gel hêviya min e….
Yar im bo çî dûr diçî?
xoþewîstî nizingî divêt…!!

Sibehîn li ser varendê* bû
dest li ba dikir,
çav, nêrîn berzûrî xwedan bûn;
aya tu Ronya ji asîman
û zemînê li min bihûnî, bipêçî..!!
Em têne sot in,
þemalên evînê
li tariya dilên tarî em geþ in..

Destdana me, silavdana bihna me,
ji navbera germa dilbijînan
kevoka evînê serbest firiya….!!

Te digot : Eger te destê min girt û dilê min neleqiya; naxwe niþteciyên hêlînên hestan sar bûne…!!

Ronya
dilê min navkêla kelîna te dorpêç dike..!!
ew stêlê wê kemberê ye;
cîgirê ba û baranê ye;
naznaz e, rengrengî û tewþ e…!!

Canê dibêjim:
tu li gel firiþtan hevdeng î?
Nexêr mînak berê min dûrî
bihna gul ferzendê neke..!!

Giyan bi cadobaziya rewanan
em tev li hev dibin, jînit xoþbît
katî rewan yekbîn,
hevstêl in çirax û find in..
piþkivîna xunçan ji kenê dil bin…!!

16. 10. 2005

Welam : bersiv
Giyan : can
Varende ; Varanda : berenda, vesiheke li qata jorî li avaniyan vekirî dihêlin da ko li ber bayî merov li ser evî cihî rûne..

Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Pejal
Dema weþana helbestê, 04 02. 2007


Ezîz Xemcivîn

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg