PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Gelawêja aramê





Gelawêja aramê

Were ey aramê
hêmin li yadî yar
tu mebest î..
ji nêv çetela awiran bipengize;*
bibe kilê birînê
wek perperîkê*
li buhara bîranînan
gul bi gul silavê bike
û bi mirçîna ramûsanan re
li asoyê perestiyê bifire....!!??

Were
ji denê meya helbesta xurbetê
tu sermest bibî.!!
Agirê kêlîkên sal
bi baweþîna payîza xwe re
vemirîne..
li yadî yar
rivîna xulek û çaxê
ji her deverê
hildibe,
hevokên
libendemayîna þevînan disoje
ji asmanê te aramê
þîrê kulên hergav ko ji dayik dibin,
dike firo û lorik*
ne meyan tê..!!
wek hilm û firehbînan þîr diqusîne..!!

Were ey aramê
evan tîr û riman di sîngê de bibîne..
ji hêç û hêrsa taya dûriyê
bê çawa çep û rast
hêsir jî bi xwe berê kela wan
bûye dûmana ber çavên Çivîkan..
Xunavî ji dara þîn
dilop bi dilop
bi ser feryada bê wata jiyanê de, dibariya..!!
lehî, firtone û sûlavên evînê
gelek hêlîn
li ber xwe aware kirine,
bi berfa geliyan re bûne av
ewê sîwana dilê þikestî
bi guliyên hestan dihûne…

Were ey aramê
mûyekî ji hevîrê
evan derdan bikiþînî;
stranên buharan
bi bilbilan re bistirîne..
weke te ey aramê
Mejî jî xwe li hev pêça!!
Bar giran bû
Sîsika bêjeyên rûnkirî
Ji xweber li ser zimanê dilan da…!!
Pileyek bêrîkirinê
êtûnên dil gurr dikin,
dil har dikin,
wek Gurê birçî li zivistanan,
bi ser de jî birîndar dikin..!!

Wisa ye
ji kêlîka xatirxwestinê
ta bi teqîna volkana kûr birînê
li ber sînorê mirinê,
ta bi dîtina ewê guldankê,
li pajeya awirên hêviyê
ta ko reyhan ji parsûyên roniyê
þax bide…
û evîn
axxx
û kula te evîn
tu her mey î,
buhar î,
li ser lêvên zozanan
tu sorgul î;
havînê,
li kelkela damaran
tu hingivweþîn î;
tu payizxêrk î
þevên zivistanan
tu arama zeviyên
hembêzkirina Mem û Zîn î..!!

Were ey aramê
dil nema dikare
li ber te xwe bigere;
çira jiyê pênûsê
bi xwînê geþ e..
nêrgiz her bi hêvî ye
ko pencere vekirî bimîne..!!


Çetel : kevanok
Perperîk : plantink, minminîk, pinpinîk, perwane û pepûle


Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Pejal
Dema weþana helbestê, 04 02. 2007


Ezîz Xemcivîn

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg