PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Bi dûv te de





Bi dûv te de

Bi dûv te de
wek siyê tê,
rewanekî aware*
li ser tepiska hilmê tê
bihn çikandî
ziman kilîtkirî,
li paþ têlên sînoran
destarê bêjeyên dîl
di kelemçan de dawerivîn…

Bi dûv te de
kavirê daw qelew
li deþta birîn kûr
pehnî li ser þepolên* demê kat dide…

Bi dûv te de
qûmê ji ser firça giryanê pak dike,
cilên leylanê
ji ser nanê bi tisî radike..

Ew e; ew bi xwe ye
di kalbûnê de ciwan dibe…
bi arama kov* sînga demê dibire..

Hîna zû bû,
bengîniya xwe
da ser basikên matmayînê
bê ber agir ji roniyê vediqetîne
xwe avête narinciya darbestê..

Bi dûv te de
wisan fala xemgîniyê
serpêhatiya kerikî
weke tekerên sermest
li hovka kelandî
xwe sernoq dike

Bi dûv te de
rûþûþtî, der bi der
Pisingê sibatê
bi kalîn û nalînê
berbat dibe..!!

Bi dûv te de
berberojka xemrevîn e,
sibehîn tê
þahiyê bi tîska stranê tîne;
hêvî neke ji xwe re
kulmê li hola kînê bixîne..

Bi dûv te de
fîxana canê can e..
li ser kulîna bayî hêç e
naçe ava
zêrav ji þêrîn dev
ji çenga hevokan;
stêrkên revoke nêçîr dike…!!

Bi dûv te de
meymûnê daristanê
ji pîneya samanê der tê
hevrêyê bayê kur e..
hêtê keseran dibire…!!
Pir dînamî û tevgerlî
li zengilê bagerê herdem dide..


Aware : derbider, perîþan
Þepol : pêl
Kov : ango xwar mîna kevan

Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Pejal
Dema weþana helbestê, 04 02. 2007

Ezîz Xemcivîn

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg



http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg