PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Bûka baranê





Bûka baranê

Rewanê ew bayê
ji ber çengên evîna te tê,
çavê min
li leylana naziya te dikin av,
û datînin li bin
sînga te Betê..!!

Guliyên hêsira berfa te
xwemalî ne;
ah û ohên min
wek qulzimeke* bê binî dikin..!!

Çil buhar in,
Çil Esrî ne,*
û keskesor in;
singoyên janê*
sînorên keleha dil dibirin..

Hespê ristinên tevna azadiyê
bi simên xwe
pîtan* li xaka te dikolin..
nexþa þahiya evînnasên te;
çiqs xweþ û þeng tê,
li ser kaxetê..!!
Hin bi lîlavan re têtin xwar;
Qiralên Çivîk û Têtiyên te
nema li guvik û dehfan guh didin;
ne li serxetê û ne jî li biniya xetê …!!
Terîþa sor
ji nikilê kewên ribat vebû;
û dev ji hev
meydan li ber da sosretê..

kavkulîlkên jehrînî
nema zanin
ji volkana kela te
bi kû de bi keremper re,
li ber kîjan bayî birevin…!!

Sîber
bi heyvanê sorgulîn meya;
pirça gij
ji kevanê kîna hevrikên te weþiya…!!

Û bûka baranê
di destên zarok û mendalên te de
bi dan û savarê diyariyê
lib-libên kenî
sipas ji te re
te dil geþkir bi evê drfetê…!

23. 11. 2004


Qulzim : ji Deryayê mezintir e
Çil Esrî : di buharan de ewrin digihan hev û baraneke xurt ji ewan ewran dihat navê wan tavan { Çil Esrî } bûn.
Singo : weke xiþtekê li serê tifingê tê danîn
Pît : tîp, nîþandekên ko zimanê nivîskî pêk tînin

Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Pejal
Dema weþana helbestê, 04 02. 2007

Ezîz Xemcivîn

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg