PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Xanim





Xanim

Kî ji min pêk ve bi sitema* te qayil e?
fermanên te sêlên sor in,
dilê min li ser wan disincire..!!

li ber lepên evîna te
jiyana min kilor e
piyala xwîngermiya min
li dûriya te
hergav difûre….

Li hola pûtperestiyê
tenê ji pêjna te
guldanka hestan rûgeþ dibe..
ma rewa ye em cangorî bimînin;
xaçê peyamê* bi hustiwê me ve be…??

Nirxê pêximberîtiya me
sûlavê derdan
ji kezebreþiya can
ne bi arzanî dadikeve û diherike…!!??

Li bin dareke þîn
çinvina çavên me bi hev re
kî dikare serdariyê li wana bike..?
ji me pê ve kî dîn
paldanê li ser derfetên birçî
bi dirûna kêlan re pal bide..?

kî awazên pelên weþiyayî nagihê,
ko ji ber sitema payîzan
hêviyan bar dikin…!!?
Roj li Serdema þevistanan jîn bû….
Tu jî li buharan
rû bi evîn bû….!!

Ez jî weke te
ji pêldariya xewnerojkan
diveciniqim…!!

De hayê xwe
ji pîjê li ser patika* peywendiya dil bike..!!
çavbeloq e,
ne piyar e..*
di hûr û pizûrên felekê de
tête kutan û diçike..!!

Eger carekê em xilmaþ bibin;
ne dûr e tirên li me bibihûre..
ji vir de ez destên te
li ser pût û peykerê pîroz dibînim,
li min negire
evîna te birîn e,
û birîna dûriyê li dil derba þûr e..!!


23. 05. 2005


Peyam : peyxam, name
Patik : piþta stûyê merov
Piyar : dilovanî, mehder

Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Pejal
Dema weþana helbestê, 04 02. 2007

Ezîz Xemcivîn

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg