PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Lîstok





Lîstok

Bi rastî jî
tu li ber çavên min
weke lîstokekê bû..

Çi xweþ bû
ko me dîsan bi hev re bilîsta
li piþt ewan xaniyan
bûk û zave bi lîrandin û berbû
me ew biguhastana...!!

Em piçûk bûn
me bîra hingiv nedibir
me dixwest dema me,
cîhana me
tevde lîstik be..

Roj derbas bûn
tu çû welatekî
ez çûm welatekî din
bûkên me perpitîn
baranê xanîkên me herifandin..!!

Kenên me li ber ba çûn
du tayan em girtin
yek sar bû
ew taya dûriyê bû
û yek germ bû
ew taya xewnedariya hevdîtinê bû!!

Civanê me bi leylanê re
sibeh, nîvro û êvarî bû
berî evê demê
em bi çêjeya þevan re
mijûl dibûn..
berî evê windabûnê
em li nav hêlînan kedî bûn,
ez weke Keleþêrekî
li ser kela hêlîna te dîn dibûm…!!

Banga min ji bo te bû;
min nedixwest kesekî din
ji te pê ve
ji nimêjan re þiyar bikim..!!

Berbang li ser me konekî zelal bû.
Taþtiya min
nîviþkê meþka çavên te bû
paþîva min
stran û laqirdiyên evîndariya me bûn..

Zerî û nazê
ta niha tu li ser serê min mûm î
ez li vir im,
tu li wir î
kenên me ji hev nehatine birîn
xwezî te zanî ba;
bê çiqas Bûmê xerîbiyê
li pencera min
bêcir û þûm e!!??

Tenha sawîran hembêz dikim,
benê aramê
ji serê salê ta binê salê
natwanim ewî serjêbikim…
nikarim birçî û tî
bê nan û av ewî bihêlim..!!

Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Pejal
Dema weþana helbestê, 04 02. 2007

Ezîz Xemcivîn

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg