PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Pêlikên þahiyê




Pêlikên þahiyê

Diyarî : te tenê, û ji xwe pê ve nahêlim kes navê te biçinê..

Ji serî de
firek mey
ji geliyê nav du sîngên xweþ
binoþim..
ew du findên
li ser wan hinaran vêketî ne
pinpinîkên buharê
li dor roniya geþ,
li saya hembêzê dileyizin..
vaye danê helbestê
li ser pal û zinarokan didêrim;
pêlên bêjeyan
li ber bahoza evîna te
ji cejnan tên;
û di hingûran de diçînim..

Navê te peleke sipî bû,
û nama te gulek e
li ser dilê kedî bû..!!
de bela ez li ber þeva pora te
wek hozanekî þevreþkî bibim.

û bela ji gerîneka guftûgoya li gel te
wek zozanekî serxweþ
li bin asîmanekî zelal,
þûþeya devgirtî
bê zar û peyv
meya lal û sar
bi awazên veþartî ji dilê te jîn bibin..!!

Heger siya reyhanê
li civanê me,
ji me re sîwan bû
bayê buharan þayik e,
ne êvarê,
û ne þevbuhêrkên pîrhevokan
sawa tirsê sînorê parsûyan diderînin..!!

Du Kewên zinaran
razên dilan berhev dikin
peyama te diguhêzin min
û germa bêdengiya hembêza min
li ber te dajon û gîsin dikin..!!

Ey evînê ji min e,
ne li ber çavê dil e..
ne li ber
bihna lîska pêçiyan e..
û ne li þevistana bêzariya min e..
weke ez ji xabûr divexum;
û ew kaniyê ji ahîna min diherikîne..
canê sipehî mij û þebnem
bi ser sawîrê bîranînan de
ji asoyê þevên pêrgîna me þandin..
ez dibêjim:
heger tu binê wê tifikê vedî
tu dê germa evî dilî
hîn jî li wir tu dê pê hest bibî..!!
û heger te dest da
sîngên xwe,
tu dê ewan bi þerbeta lêvên min
nixumandî bibînî..!!

"kanî kanî
av sar kanî,
mala min bar kir,
li ser danî..
min û te tev peyman danî,
ger poþman bî,
tu dizanî.."

Kevokê; tu hîn kedîka min î,
þwîna nikildanên þahiya te
ta niha li ser pêlên kenê min in..
bi pêlweþa dengê yarê re
çavan xwe ji qelîþtê berdan
Li ber ba û baranê,
bi ber sînoran de
li dûv biyokên hezkiriyê
dil peyapey bezîn..

Wey li wan bin
ew hemû xweziyên dîn..
çima koncal, kaþ û newal
rasterê razên þevê
em li ber wan digindirîn..

Wey li wan stêran be.
Ziq li kiryar û finasên me
çavnêr in!!
Pêjna pistîniya me
tinaz û laqirdiyên jêhatî
li kavilan,
û li ewan miþwarên evînî
ko hîn ji kelkela me
sor dibin û disincirin..!!

Destûra wateya pirsê bû,
di tevdana destên germ û tihn da
çîrokên evîniyê,
derhal ji hev re eþkere kirin..

Xeþma rojên dûriyê bin pê bû;
û kovanan xwe ji dil koçkirin!!
Dêna me çû ser keleha
Hesen Kêf û Dimdim
awirên me li ser pêlikên þahiyê
bi jor de çûn..
Xatûna min
" cana li ber vî canî "
pêkve em li wê sîmfoniyê
sermest bibin;
te digot:
wêreko!
vaye gulistana ciwan
li ber pala te ye;
sorgulan bîn bike..!!

Ez ê te li nav bikim Padîþahê Waþokanî,
te bikim oldarê ola Manî;
bi rêdana dildariyê
em du çeng in,
periyên me gij in,
li pêlên bahejînan ew siwar in,
qet nahejin; û bi bageran
tucar ji hev cuda nabin veqetin…!!


26. 10. 2004

Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Pejal
Dema weþana helbestê, 04 02. 2007

Ezîz Xemcivîn

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg