PEJAL 1 - PEJAL 2 - KENÊ PÊÇAYÎ Û HENASENE AZAD 3 - KESEREK, GUNEHEK Û PIRSEK 4 - HELBESTINE MÎJOKE Ev pertûk ji weþanên Dezgeha Sema a Çand û Huner li Dubey, Meha þeþan. 2006 * * * Bergê pêþî: Tabloya hunermend Welîd Tewfîq Dizayin û derhênana Mamoste: Selah Wetê PêþgotinDi rewþa çand û hunerê de li baþûrê rojavayê Kurdistanê ta roja îro xebateke berçav ne hatiye kirin.. Helbestvan, Nivîskar û Rewþenbîrên me bi azadî nikarin tu çalakiyan bikin, çimkî zimanê Kurdî qedexe ye û þerê çanda Kurdî pir dibe û herdem dixwazin ko li bin veþarê bihêlin.. Li gor dîtin û armancên dezgeha me (Sema Çand û Huner) me xwest em pêwendiyê bi Nivîskar û Rewþenbîrên Kurd re bikin. Ji ber ew pênûsên dilsoz dikarin xebatê di ber miletê Kurd û doza Kurdî de bi tundî û hêz bikin.. me berê xwe da Helbestvan Ezîz Xemcivîn û em li ber pertûka wî a yekem a helbestan (Zindana piçûk) rawestiyan. ev pertûka hêja ko li Kurdistana baþûr ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Dihokê çap bûye, û berê jî me zanîbû pertûkek fêrkirina zimanê Kurdî bi navê (A-B ye Kurdî) sala 1990î de çap kiriye.. Vêca em weke dezgeha Sema ko ji armanc û erkên li ser milên me, em ê pertûkên Kurdî çap bikin.. Me pertûka Helbestvan Ezîz Xemcivîn (Pejal) pêþinyaz kir û tevaya endamên dezgehê erê kirin. lewra bi dilxweþî em pîroziya pertûkxana Kurdî dikin ko pertûkek bi nirx em ji xwendevanên wê re pêþkêþ bikin.. (Sema Kurd) li hundir û derveyî welat xebatê di ber çand û hunera Kurdî de dike.. Û sipas Dezgeha: Sema Çand û Huner www.semakurd.net Dubey, Meha þeþan. 2006 Ezîz Xemcivînhttp://www.pdk-xoybun.com |