PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Hevala Min




Hevala Min

Li bende berbangê,
roniya sozê
û nerîna peymanê
hevalê …
hevalê …

Kengî
ew dara
em civandin
wê qîrîn bike stranê?
bayê hênik
çarika bûkaniyê
ji ser riwê te rakê?
Û heyva çarde þevî
hêlîna me
li sîwana xwe ava bikê?
hevalê …
hevalê …

Kengî
li fala fincanê
zar û zêç bêne dîtin..?
û þevîna laleþê
perestina "feqîr û evdalê"
bihêre
evîn û kela germ
li dilê buhiþtê …!!

Çem û çem
firiþt rê bidin me…
û sawîrê hezkirinê
li ser gulên evîndar,
li buhara em
lê bûn dost û yar
asîmanekî vegirê,
hevalê …
hevalê …

Kengî
kew wê hev nekin dehfê?
bira ji bira kînê neke
û li hev bikin silavê …?

Ji wan darên cuda
þaxên
{Siyamend û Xecê}
bibiþkivin …?
Û tev li hev bibin
li pizanê yek malzarokê ..!!
mêrg û
çîmen
li ser dengê me geþ bibin,
êdî nêçîrvan nema ditirsînin
pezkovî û xezalê
hevalê …
hevalê …?

01. 12. 2000
Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Zîndana Piçûk
Dema weþana helbestê, 03. 02. 2007

Ezîz Xemcivîn

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg