PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Ax




Ax

Xwîna sor
heyvana buhayê te
viyana rêdûrê te ye …!!
dikele û germa evînê
diguhêze xwîna xwe
dikele û li ser
lêvên derdên te dirêse..!!
dilek buhar e
û
buhar tevna civanê
cegerxwînê te dihûne…!!

bi þehê dar
serê peyxamê bi nazenîn;
ji a-beyê de dibêje:
nanê bi tisî li gel te
wek cewahir
xweþiyê bi didan di cû ..!!

Li ser milê te
palgeha hevrîþmê
stranên qeralan
xewna paþan û wezîran
bi hestin tenik
evîna te
li ber bîna xwe didêre …!!

Kewa hevcot
li hêlîna xwe
di talda hêviyan de
xwedî dike ..

Li burca belek
wek alekê dibîne..
di çaxê xwe de
di cihê xwe de
û di axa xwe de
du gul in,
geþ in
rengê hev didin…
qûç in,
alal in
di sînga suriþtê de,
pirsa þayik,
hêsirên germ
li ser dêmên jînê
roj û meh ji hev didin ..
peyapey
bi zimanê kurmancî
pirs û bersiv didin…!!


10. 11. 2000
Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Zîndana Piçûk
Dema weþana helbestê, 03. 02. 2007

Ezîz Xemcivîn

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg