PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Çi me ez ?




Çi me ez ?

Çi me ez ?
çi hêzim
ko karibim ba û pêlê
ji hev cuda bikim?

Çi dil im
ko çav û nerînê
ji dûrbînê,
temaþeyê
rizgar bikim ?

Çi þoreþ im
ko nesrînê
ji evîna buharê,
ji geþbîna birûskên dil
koçber bikim?

Çi þiyarî me
ko xewna zarokekî
bi "lîska diz û xanî"
ji "çavgirtinkê"
þiyar bikim?

Çi me ez,
çi dar im
ko tenikbûna gula sor
di hêtûna biyaniyê de
biçilmisînim ?
û çi denekî dîn im
ko meya kevnar
di nêv nikilên
du kewên evîndar de
wek ba û avê
bikim kanî
û
bi herikînim ?

Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Zîndana Piçûk
Dema weþana helbestê, 03. 02. 2007


Ezîz Xemcivîn

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg