Dîlber DîlberZengilê evîna tedengê wî bi hênkaya þevê re Þivanekî weke min herdem þiyar agehdar dike…. ji nav wan darên Serê kaniyê, ji ber wê ava sar, ya ko dilê me herdiwan dike nav çavê gulekê… dike pênûsa helbestvanekî, peyv bi peyv li buhara dildaran belav dike… dasîtanên þeva qedrê û gihandina yezdanan bi stêrk û morîkên sînoran dirêse… Kenê perwînan bakur û baþûr bi me dide zanîn.. Li hîvê binere û pirsa evîndar ji ergewaniya lêvên xwe bide…!! bide cama tenik, bide destên nazik, dirêj bike dibe bigehê destê min tev bide tihna dilê xwe û hêviyên pêk nehatî bike xunav li rûpelên baweriyê bike polik posta me niha bayê hênike… gava tê, gava diçe û gava me li gunehan hay dike…!! Diramînim çendî em dimeþiyan, çendî em dibeziyan, û çendî em li hev dibaniyan … li ber ba û baranê, bi wan hestên gulgulî, bi movikên çîroka evîna me li ber dîmenên buhiþtî xalên seyrangehan û çavîkên ava xweþ ko ji kaniya dilan vêketî ne… Her ko em mezin dibin bibilê evîna me gulsalekê ji xwe re dibe… û her ramûsanên rojan li dêmên temen pir dibin; sorgula hinarkan bêtir geþ dibe .. û her em ji hev dûr dibin em dibin rok û hîv û evîna me dibe xak dara miradan li ser þîn dibe…. !! 10. 04. 2000 Rojavayê Kurdistan Helbesta Ji Pirtuka Zîndana Piçûk Dema weþana helbestê, 03. 02. 2007 Ezîz Xemcivînhttp://www.pdk-xoybun.com |