PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Þensê Min





Þensê Min

Ey marê
di nav qamirê de,
ez berê xwe didim ku derê
berî min tu li wir î …
rêka dûr piyên min li ser þikestine
xwêdana salan
li ser herikî,
payebilindî ket
û her te
felek li min har kiriye…

Þensê bê bext û ûjdan
bi rû reþî
te guhê xwe girtiye .. !!

Ez ê çawa
ji stema te rizgar bibim ?
benê te li gerdenê girêdayî,
pir asê ye.
bi xwedêkî hinekî vezilîne.. ?
bela ez bi xêra te
çavekî li cîhanê vekim.!!
gulpek av bi ser
gepa ziwa de vexum..
carekê tenê,
rojekê tenê,
kêlîkekê tenê
ez sipasdar im
ji wê roniya ko bidî,
da doza min
li tariya þevê ne likumî..!!
û
sîwana te
min ji dûrbîna zemên vedize..
ez sipasdar im
ji parastina ko tu bikî …
berî ez biçim
û koça xwe bikim,
dixwazim tu jiyanê
bi min þêrîn bikî …!!

Avekê hênik
di germa kêferatê de,
bi ser lêvan de dakî..
devê xwe vekim û bêjim:
dema min çû,
zarokên min
li þûna çira min î bê ronî
mûm bimînin ..!!
erê ez donê wê bûm
lê her min berê xwe da te,
min tu tiþt ne didît…

Þensê min,
heyv û stêr
bi hev þanekirin,
te ewrê tarî
li roj û þevan derkirin…

Te ez avêtim
beyabanê windabûnê
hirç û hovan ez birim …!!

Ez dizanim hîn dilê te
hênik ne bû ye
hîn jî kirêt e..!!
keko
ma ji dojê wir de
bi ku de
tu dixwazî min bibî ..?


09. 04. 2000
Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Zîndana Piçûk
Dema weþana helbestê, 03. 02. 2007


Ezîz Xemcivîn

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg