PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Diya Jînê





Diya Jînê

Diya jînê..
hevala jîna min,
hevala derd û kulan
û kêf û þahiyê .. !!
kulîlka buhara min…
ev çend sal in
em li du rexên cuda ne,
çemê bêhriyan
ji çiyayên pirsan diherike…

ava xurt pêlan dide
û me li hespê rewrewkê
siwar dike …

Dibe ko roj
bi dijwarî dibûrin
lê bîr û
bawerî her ew e,
di cihokên xwe de digerin…
hûn di bîra min de ne
Jîn,
Hîn û
Nesrîn
ez bêriya we dikim…
tev ko
bi þev û
roj
kêlîk bi kêlîk
hûn bi min re ne …
guhar in
di guhê min de ne,
pênûs in
li nav tiliyên min in..
û xwîn û jîn in,
di berdewamiya
dilê ko herdem ji bo we dijî…!!

06. 04. 2000
Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Zîndana Piçûk
Dema weþana helbestê, 03. 02. 2007


Ezîz Xemcivîn

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg