PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Kelekê





Kelekê

Keleka windayî
di derya xapan de
li ber bayê dîn
li ber pêlên har
tu dikulmiþî .. !!

Çav zirdoq kirine,
û
tayekî tu nabînî ….!!
dest bilindin bi bal xwestekê de
ka ... ka …
destê felekê kurt bûye
û
na gihê te
li bin avê,
li ser avê,
bi jînê û ne jînê,
xatir xwestinê û ne xwestinê..

Hey dilbijok
çavê te ketiye
nikilê "Newresan"

Çima
te wek wan
piçûk masiyan hilnînin ..?
ji neyînê
bibe heyînê,
bê ko ji jînê
bibe ne jînê…!!

Keleka malik wêran
gerînekên avê
mîna bahoza dilê kirêtin,
na pirsin,
nadin keysê,
basikên tilûran diþekînin…

Darên ciwan
ji xwezayê
koka li hev badayî
û
rehên dilên pola hildikin ..!!

Kelekê
tu dizanî perav dûr e …
Kelekê
mijê dîtin birriye !!
sawîr tê,
gamasî tê,
hildigire laþê nazik
mixabin …
piþt bi sitrî ye,
dîsan sawîr tê,
neheng tê,
kelek di þikefta dev de
gepek bê hestî ye ..!!
mûran e …
mûran e …
pêlekê te bilind kir;
pêlekê te avêt …!!
Sawîr e …
ne sawîr e …?
xewn e …?
ne xewn e…?
derya xapan ne hênik e ..
ne rewan e ..
û
bê mecal e ..
kesî kesan lê nîne…!!



03. 04. 2000
Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Zîndana Piçûk
Dema weþana helbestê, 03. 02. 2007


Ezîz Xemcivîn

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg