PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Yê Zane




Yê Zane

gelo barê min çiya ye
û kesek nîne
zimanê derdê min bigihê
ez dixwazim bêjim,
ji kê re bibêjim
kesek nîne baranê
ji ewrê xeman
bi ser de birêjim…!!

Li welatê bê nan û xwê,
bê baran
li hêtûna xerîbiyê
hêviyên min basko kirî ne..

Wekû hemû kesan
berê dîdariya min li qelêç bû,
wekû hemû kesan
min dixwest
li ber peravê kewserê
bihna buhiþtê
bidim ber pozê
zar û zêçan û dîlberê,
þerma tarî findan
ji þahiya çavên bendewar
bifirînim..

kenê pêçayî
li rez û baxên armancê
veçirînim…

"rawestaneke piçûk"

Ev xewnerojkên han
li þûvên pirsan hîn tov in,
tî ne, lê ne bê hêvî ne..

Cotkarî
dikare sînga xwe veke
çivîkên êrîþker
ji ser libokan bifirîne..

Hey dem û dewranê
dar heye
av heye
û aþ heye
zana ew e
yê ko karibe rast bigerîne…

Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Zîndana Piçûk
Dema weþana helbestê, 03. 02. 2007

Ezîz Xemcivîn

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg