PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Dûriyê





Dûriyê

Dûriyê ..
heya min te ne dît,
min tu tiþt nizanî bû..!!

Dûriyê ..
va min te dît;
lê hîn jî ez tiþtekî
ji te nizanim..!!

Hey derya razeyan
hezar
qirþikên weke min
li ber pêlên te diçin;
winda dibin..

Duriyê..
xwezî me hev nas nekiriba..
û ew roja hevdîtinê
bela ne hatiba!!!
kesî heya niha
ji te hez ne kiriye,
û bi sîngên te þa ne bûye ..
tal in,
pûç in,
danê xav in,
bi dijwarî tên xwar in..

Dûriyê ..
bi vî riwê reþ
beramberî hêviyan
pêta derdên te
dîwarê dilê min dikole..!!
dibe ko
volqanê biteqîne;
dibe ko
warê te
bi çemê êgir biþewitîne.. !!


Dûriyê
hey sitemkar
bêdengiya te
bi her kesî dikare !!
hestan har dike,
bêdengiya te
xwînê dikelîne,
xwînê difûrîne,
dike êzingên hêtûnê ..
can dide,
jan di de,
bê çare wê her bide ..
madem tu ev xwîn mijî,
kes bi te nikare..
kes bi te nikare.. !!

27. 03. 2000
Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Zîndana Piçûk
Dema weþana helbestê, 03. 02. 2007

Ezîz Xemcivîn

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg